53 şehîd li navçeya Til Temirê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê 53 şehîd bi bîr anîn û soz da ku heta têkbirina hemû planên li dijî herêmê dê rêya şehîdan bişopînon.

53 şehîd li navçeya Til Temirê hatin bibîranîn
11 hezîran, 2023   14:13
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi merasîmekê li hola meclisê ya li navçeyê 53 şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlelariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Meclisa Heres El Xabûr a Aşûrî, Dîsplîna Leşkerî, Hêzên Xweparastinê û Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên di dem û cihên cuda de di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Di merasîmê de şênî, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Zozan Gul wiha axivî: "Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan me planên dijmin ên li dijî herêmê têk birin."

Her wiha, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Xabûr-Aşûr Cemîle Kako hemû şehîd bi bîr anîn û got: "Em îro wan şehîdên Til Temirê yên ku ji bo peydakirina jiyaneke birûmet û ewle ji bo me her tiştî xwe feda kirin, bi bîr tînin."

Cemîle Kako destnîşan kir ku ew dê di gel pêkhateyên din de rêya biratiya gelan heta pêkanîna wekhevî û edaletê û avakirina welatekî bi hezkirin, bişopînin.

Piştre, rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD'ê Mihemed El Hesen got: "Şehîdên me şehîdên neteweya demokratîk in û em bi wan û berxwedana wan serbilind in."

Di dawiya merasîmê de sinevizyonek têkildarî wêneyên 53 şehîdan hat pêşandan.

(mh/şx)

ANHA