Îlham Ehmed: Divê jin li hemberî şerê taybet hevgirtina xwe xurt bikin

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hemberî xetereya şerê taybet xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê geş bikin.

Îlham Ehmed: Divê jin li hemberî şerê taybet hevgirtina xwe xurt bikin
11 hezîran, 2023   13:20
QAMIŞLO

Bi armanca hişyarkirina jinan ji xetereyên şerê taybet û rêbazên rabûna li ber wê Kongra Star a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê civînek ji jinan re li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna bi dehan jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê hat lidarxistin.

Di civînê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed bal kişand ser bandorên şerê taybet li jinan û got: "Jin û mêr dibin qurbanên şerê taybet. Ev şer di radeya yekemîn de ziyanê dighîne jinan, ji lew re em dibînin ku bûyerên xwekuştinê di civakê de zêde bûye."

Îlham Emed behsa rola komîn û saziyên xizmetguzarî di hişyarkirina jinan ji xetereyên şerê taybet de kir û wiha domand: "Jin nûnertiya îradeya civakan dike, civak bi fikir û têkoşîna jinan ji feraseta desthilatdariyê û perglên destpotî rizgar dibin, ji ber vê yekê divê rê neyê dayîn ku jin bikevin xefka şerê taybet."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku pergalên serdest hewl didin şerê taybet li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimeşînin da ku şoreşa wan têk bibin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê bang li tevahî jinan kir ku bi hevgirtin û zanînê pirsgirêkên xwe çareser bikin, xwe bi rêxistin bikin û li hemberî şerê taybet bisekinin. Her wiha banga xurtkirina rola xwe di komînan de li jinan kir û anî ziman ku komîn bingeha rêxistinkirina civakan e û navenda hevgirtin û dîtina çareseriyan e.

Di dawiya civînê de beşdaran li ser şerê taybet û rêbazên wê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotoin ew ê li hember hemû kesên ku hewl didin îradeya jinan bişkînin, rabin û hevgiritna xwe xurt bikin.

Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişlo, li ser mijara xetereyên şerê taybet civîn dane destpêkirin.

(bb)

ANHA