Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Rûsya berpirsa êrişa dewleta Tirk e

Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Rûsya wekî berpirsa êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li navçeya Ehdasê nîşan da û bang lê kir ku yan ji herêmê vekişe, yan jî bi erkên xwe rabe. Meclisê bang li rêveberiya Şamê û Komkara Erebî jî bêhelwest nemînin.

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Rûsya berpirsa êrişa dewleta Tirk e
11 hezîran, 2023   13:08
HELEB

Duh (10`ê Hezîranê) balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Helebê li erebeyekê da. Li gorî daxuyaniya YPG`ê, di êrişê de 3 şervanên YPG′ê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Hevseroka meclisê Hêvîn Silêman daxuyanî xwend.

Bi dehan endamên meclisê, saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî li pêş navenda meclisê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweser, hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn derînxe derve û destkeftiyên nû bi dest bixe.

Di daxuyaniyê de bal li ser dagirkirina Efrîn, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kişandin û wiha dom kir: “Niha jî dem dem fermandar û şervanên QSD′ê û YPG′ê yên ji pêkhateyên herêmê ku parastina xwe û herêmê dikin, hedef digire. Aliyên herêmî û navneteweyî li hember van kiryar û sûcan tu helwestê nîşan nadin.”

Di daxuyaniya meclisê de hate destnîşankirin ku êrişa hewayî ya li navçeya Ehdasê hemwextî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a destpêkirina darizandina çeteyên DAIŞ′ê, pêk hatiye û hat gotin: “Dewleta Tirk bi vê yekê peyamê dide ku ew li dijî siyaset û dîplomasiyaya Rêveberiya Xweser e.”

Di daxuyaniyê de êrişa “terorî” hat şermezarkirin û wiha dom kir: “Rûsya berpirsa vê êrişê ye. Em bang li Rûsyayê dikin, yan erkên xwe bîne, yan jî ji herêmê vekişe. Gelê herêmê çawa xwe parastin, niha jî dikarin xwe biparêzin.”

Meclisê bang li hikumta Şamê û Komkara Erebî jî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên berdewam helwestên cidî û berpris nîşan bidin.

Her wiha bang li hêz, partiyên nîştimanî û demokratîk, rêxistinên sivîl û hiqûqî hat kirin ku lêvegereke nîştimanî, siyasî û parastinê li hember alava şer a Tirkiyeyê û projeya wê ya Osmanî ava bikin, diyaloga hundirîn pêş bixin û bigihêjin çareseriyên ku rê li destwerdanên derve bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî û Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî Yekbûyî jî hate kirin ku bikevin liv û tevgerê, zextê li hikumeta Tirkiyeyê bikin.

Daxuyanî bi dirumşên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(fr/c)

ANHA