Darizandina çeteyên DAIŞ'ê demek nêz dest pê dike

Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku dê darizandina çeteyên DAIŞ'ê di çend rojên pêş de dest pê bike û da zanîn ku wê Rêveberiya Xweser têkildarî dem û cihên darizandinê daxuyaniyekê bide.

Darizandina çeteyên DAIŞ'ê demek nêz dest pê dike
11 hezîran, 2023   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dest bi darizandina DAIŞ'iyên biyanî yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê ragirtin, bike. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku DAIŞ'î wê bi awayekî adilane li gorî qanûnên navneteweyî û yên herêmî yên têkildarî terorê werin darizandin.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm têkildarî mijarê ji ANHA'yê re axivî. Mele Îbrahîm got: “Dê tevahî çeteyên DAIŞ'ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hejmara wan bi hezaran in, werin darizandin.”

Mele Îbrahîm diyar kir ku çeteyên werin darizanin ji derdora 60 welatên cîhanî ne û destnîşan kir ku dadgeh wê bi rêya Dadgeha Parastina Gel û di bin sîwana Meclisa Edaleta Civakî de werin birêxistinkirin.

Mele Îbrahîm anî ziman ku ji bo amadekirina rêzelîsteyên navên DAIŞ'iyên ku wê werin darizandin, civinên Meclisa Edaleta Civakî û Dadgeha Parastina Gel berdewam dikin.

Mele Îbrahîm da zanîn ku rûniştin dê di çend rojên pêş de dest pê bikin û têkidarî cih û dem wê dê Rêveberiya Xweser daxuyaniyekê bide.

Mele Îbrahîm diyar kir ku saziyên ragihandinê dikarin darizandina çeteyan bişopînin û got: "Ev yek asta destpakiya Rêveberiya Xweser di eşkerekirina rastiyan de îsbat dike."

Hevserokê Daîreya Ragihandinê anî got, malbatên qurbaniyên çeteyên DAIŞ'ê jî dikarin beşdarî rûniştinên darizandinê bibin.

Der barê rêbazên darizandinê de Mele Îbrahîm anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê dê li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qanûnên terorê yên navneteweyî werin darizandin.

Ciwan Mele Îbrahîm got, ji ber ku dewletên têkildarî bangên Rêveberiya Xweser ên wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de paşguh kirine, Rêveberiya Xweser ev biryar da.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm di dawiya axaftina xwe got: "Careke din em bang li dewletan dikin ku hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin. Em jî amade ne di vê derbarê de bibin alîkar."

(bb)

ANHA