Dewleta dagirker li Serêkaniyê hişbirê belav dike

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane û dîmenê ku ajansa me bi dest xistiye, li bajarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de madeyên hişbirê tên belavkirin.

Dewleta dagirker li Serêkaniyê hişbirê belav dike
11 hezîran, 2023   12:39
HESEKÊ

Herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê stargehên çeteyên DAIŞ′ê, lê belê di demên dawîn de bûne navendên bazirganiya hişbirê jî.

Li gorî agahî û dîmenên ku ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, li bajarê Serêkaniyê madeyên hişbirê bi taybet madeya “Crystal” tên belavkirin û bi awayekî aşkera bazirganiya wan tên kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku serkêşên komên çeteyan, çeteyên navê “Polîsên Leşkerî” li xwe dikin û komên din ên çeteyan ên ku qaşo li dijî madeyên qedexe tê dikoşin, bi xwe madeya “Crystalê” û madeyên din li bajêr difiroşin.

Çavkaniyekî din jî ragihand ku Ebû Leys ê serçeteyê koma “El Miwalî” ye ji bazirganên sereke yên hişbirê û bi taybet “Crystalê” ye û gotin: “Ew qaşo gelek caran ji hêla qaşo Polîsên Leşkerî ve hatiye girtin, lê tenê 2 rojan di girtîgehê de tê hiştin piştre tê berdan û carek din van madeyan li herêmê belav dike.”

Çavkaniyan bal kişand ku jinên çeteyan jî beşdarî bazirganî û firotina hişbirê di nava xelkê bi taybet di nava ciwanan de, dibin.

Ajansa me dîmenek ji sûka navendî ya Serêkaniyê bi dest xist, tê de diyar dibe ku kesek cilên xwe ji xwe dike û li pêş şêniyan tazî dimeşe. Li gorî agahiyan, ew kes madeyên hişbirê bi kar tîne.

Çavkaniyan anî ziman ku aliyên fermî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rê li hişbirê nagirin, piştgiriyê nadin kesên ku hişbirê bi kar tînin û bazirganiya wan madeyan bêyî hesabpirsîn didome.

(fr/c)

ANHA