​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin

Taqîgeha Giştî ya li Hesekê ji sedî 90`ê madeyên xwarinê yên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, kontrol dike. Ji bo berfirehkirina taqîgehê û zêdekirina beşên din xebat tê kirin.

​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
​​​​​​​Madeyên xwarinê yên dikevin herêmê tên kontrolkirin
5 hezîran, 2023   07:46
HESEKÊ - HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 11'ê Îlona 2022'yan de taqîgeheke madeyên xwarin û vexwarinê li Hesekê vekir.

Taqîgeha Giştî ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e, ji 5 beşan; madeyên xwarin û vexwarinê, çandinî, beytarî, dermanên û beşa DNA'yê pêk tê. Di taqîgehê de zêdetirî 30 pispor kar dikin.

Armanca vekirina vê taqîgehê taqîkirina tevahî madeyên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, naskirina kalîteya wan e. Her wiha ji bo rêgirtina li ber madeyên nebaş û yên demborî hatiye vekirin.

Hevseroka Taqîgeha Giştî Hacer Ehmed ji ANHA'yê re axivî û got: " Armanc jê parastina tenduristiya şêniyan e. Ji ber ku gelek kel û pel ketober derbasî herêmê dibûn, me ev Taqîgeha Giştî vekir."

Hacer Ehmed diyar kir ku di serî de beşa xwarin û vexwarinê vekirine. Her wiha destnîşan kir ku ji sedî 90`ê madeyên xwarinê yên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, dikarin bên taqîkirin.

Hacer anî ziman ku li taqîgehê ji bilî xwarin û avê madeyên paqijkirinê wekî sabûn, dermanên cilşûştinê, şampo û hwd. tên taqîkirin û dema gumanên li ser madeyan hebin derbasî beşa mîkroban dikin.

Di Taqîgeha Giştî de xebatên vekirina beşa semadê tên kirin. Hacer Ehmed diyar kir ku di vê mehê de dê semada ku derbasî herêmê dibe were taqîkirin û wiha domand: "Di demeke nêzîk de dê beşa taqîkirina êm were vekirin. Êmên ku dê ji derve derbasî herêmên me bibin û yên ku li herêmên me tên çêkirin, dê werin taqîkirin."

Hevseroka taqîgeha giştî Hacer Ehmed anî ziman ku pêwîstiya wan bi pisporên taqîgehan heye.

(bb)

ANHA