Derbeya li dijî Ereban a duyemîn; Îxwan Muslimîn, DAIŞ û dewleta Tirk

Sedemên têkçûna Ereban di 1967'an de heta niha didomin. Nîşaneya wê yekê dagirkirina parçeyên din ên dewletên herêmê ji hêla dewleta Tirk ve ye. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi rêya komên îslama siyasî yên mîna Îxwan Muslimîn, çeteyên El Qaîde û DAIŞ′ê êrişî birêxistinbûyîna nirxên Ereban dike.

Derbeya li dijî Ereban a duyemîn; Îxwan Muslimîn, DAIŞ û dewleta Tirk
5 hezîran, 2023   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Îro salvegera 56'emîn a Derbeya 5'ê Hezîrana 1967'an e. Di wê demê de Îsraîlê 6 rojan êrişî 3 Misir, Sûriye û Urdinê kir û her sê alî têk çûn. Di encamê de windahiyên mirovî û zirarên madî yên mezin çêbûn û parçeyên fireh ên van welatan dagir kirin.

Sedemên vê têkçûnê pir in; belavbûn û parçebûna Ereban, nebûna projeya Ereban a giştî ku welatên Ereban biparêze. Ev parçebûn heta niha dewam dike. Wê yekê hişt herêma Ereban bibe balkişandina dewletên dagirkir. Ji wan dewleta Tirk a dagirker ku Lîwa Iskenderon dagir dike. Dewleta Tirk bi wê yekê nekir, parçeyên din ji Sûriyeyê, Iraq û Kurdistan dagir kirin, baregehên leşkerî li Lîbyayê ava kirin û rola wê di vî welatî de neyênî bû. Parçebûn çêkir û li ser hesabê ewlehiya gelê Lîbyayê destek da aliyên tundraw. Her wiha destek da Îxwan Muslimîn li Tunis, Misir, Yemen, Sûdan û Lubnanê.

‘ÎXWAN MUSLIMÎN DIJBERÎ EREBAN E’

Nivîskar û akademîsyenê lîbyayî Cibraîl El Ubêdî destnîşan kir ku rewşa niha ya Ereban hinekî cuda ye û got: “Têkçûna Ereban a 1967’an binketineke leşkerî bû, lê belê tiştê îro rû dide têkçûyîna birêxistinbûna nirxên Ereban e. Hebûna tevgerên dijberî neteweya Ereban çi di aliyên tevgera hundirîn de komên îslamî ya siyasî bi hemû navên wê çêkirin; ji koma Îxwan Muslimîn bigire heta bi El Qaîde û DAIŞ′ê ku derbe li rêxistinbûyîna nirxên Ereban da. Li kêlek wê jî komployeke derve li dijî neteweya Ereban heye."

El Ubêdî wiha domand: "Divê krîz û derbeyên di ser Ereban re derbas bûne û heta gihaştiye qonaxa dagirkeriya Omsanî ya Tirkî baş were nixandin. Berê dewleta Tirk bi navê xîlafet, ol û navên ajanên xwe xîlafeta bi navê Îslamê ava kir. Lê belê Împratoriya Omsanî bû û nîşaneya wê jî hemû walî Tirk û turanî bûn, ne ji Erebên misilman bûn. Ev jî dubare dibe."

KÎNA TIRKIYEYÊ LI DIJÎ EREBAN

El Ubêdî wiha axivî: "Hêzên Tirkiyeyê Lîbya dagir kiriye, çi bi navê çete yan jî balafirên bêmirov be ku niha Terablusê û tevahî asîmanê Lîbyayê kontrol dikin, her wiha dewleta Tirk bakurê Sûriyeyê bi rêya xeta sînor a bi korahiya 30 kîlometre bi hinceta ewlehiya neteweyî dagir kiriye. Ne ji ajanên dewleta Tirk ên hundirîn bûya û kîna delweta Tirk li dijî neteweya Ereban bûya, ev tişt pêk nedihat."

El Ubêdî destnîşan kir ku divê sedema lewazbûna rêxistinbûyîna neteweya Ereban baş were xwendin, da ku ev pirsgirêk were çareserkirin û wiha anî ziman: "Bê guman nakokiya Ereban a borî ya ku bi Cemal Ebdunasir re çêbûye, ne nakokiyeke neteweyî û rêxistinbûyîna nirxên Ereban bû, lê belê nakokiya li ser şêwe û parformans, rêbaza kontrolkirin û rêvebirinê bû. Her wiha bi Qezafî, Elî Ebdullah Salim, Hafiz Esed re jî wiha bû. Li kêlek wê jî nêrînên dîktatorî û demokrasî jî hebû."

‘ERDOGAN Û ÎXWAN HEWL DIDIN NIRXÊN EREBAN TÊK BIBIN’

El Ubêdî wiha domand: "Ereb di derbeya rêxistinbûyîna nirxan re, dagirkeriya Omanî ya dubare û bi şêweyên cuda, bikaranîna tevgera îslamî ya bi rêya xîlafê re derbas bûn. Ew yek di vê demê de jî hate bikaranîn, ew jî dema koma Îxwan Muslimîn bi rêya Tirkiyeyê û Erdogan xwe parast pêk hat. Bi wê re em neteweya Ereban bi rêya Hespê Troyayê du caran rastî dagirkeriyê hatin. Ew jî koma Îxwan Muslimîn e ku tevgera dijberî neteweya Ereban e."

‘ROLA EREBISTANA SIÛDÎ Û MISRÊ DI YEKBÛNÊ DE HEYE’

El Ubêdî got: "Tiştê ku me dilxweş dike ew e niha hişyariyeke Ereban heye. Erebistana Siûdî, Îmarat û Misir hewl dide Ereban bike yek, bi taybet vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî gaveke cidî ya dijberiya li dijî redkirina Amerîkî û tevgera mêtingeriyê bû. Ji ber vegerandina Sûriyeyê gaveke girîng a yekbûnê bû û çareserkirina krîza Sûriyeyê bêyî vegerandina wê li Komkara Erebî ne pêkan e. Bi texmîn min ev gavên niha pêk tên dibe ku Ereban hişyar bike."

El Ubêdî diyar kir ku tiştê îro mîna dagirkirin û serweriya Osmanî li Lîbay, Sûriyeyê ya bi rêya erêkirina Amerîkayê pêk tê; ji ber ku dewleta Tirk endameke NATO′yê hewl dide giraniya xwe bide van parçeyan û dagir bike. Berê Lîwa Iskenderon dagir kir û niha bûye parçeyek ji Tirkiyeyê û niha jî vê sînorê qut dike û ger ev dagirkeriya bakurê Sûriyeyê dewam kir, dê rojeke bibe parçeyek ji Tirkiyeyê.

ROLA OSMANIYA DI PAŞXISTINA HERÊMÊ DE BINGEHÎN E

Profesorê dîroka nûjen ê Zanîngeha Eyn Şemis û mamosteyê Akademiya Nasir a Leşkerî ya Bilind ‎Cemal Şeqra li ser mijarê wiha got: "Piştî jêhatîbûn û serkeftina Ereban di şerê ‎xaçperestan de Ereb paşde çûn û şikîn. Bi wê re nakokiya siyasî dest pê kir û Dewleta ‎Osmanî welatê Ereban dagir kir, tecrîd li ser wan ferz kir û di serdema Ronesansê ya li ‎Ewropayê de ew ji guherînê bi dûr xistin. Dûre qonaxa mêtingeriyê, Şerê Cîhanê yê ‎Yekemîn, Sykes-Picot û derbeya Filistînê ya 1948′an çêbûn."‎

Cemal Şeqra têkildarê derbeya Hezîranê‏ ‏wiha ‎domand: "Ereb di sekna li hember astengiyan de piştî şerê sar, heta niha bi bin ketin û di ‎yekitiya Ereban de jî bi bin ketin."‎

‎′VÎNA SIYASÎ YA GIŞTÎ LI GEL EREBAN TUNE YE′‎

Cemal Şeqra li ser vê yekê wiha anî ziman: "Sedemên binketinê gelek in; nakokiya di navbera ‎rejîmên Ereban de, di navbera êlan, mîran, komar û rejîmên milîsên leşkerî de. Her wiha nakokiya takakesî di navbera mîr, şah û serokên Ereban de. Li kêleka ‎wan jî, vîna siyasî ya giştî ya dîtina xetereyan û astengiyên pêşerojê tune ye."‎

Şeqra got ruxmî dewlemendiya herêma Ereban û pirrengiya wê, lê parçebûna ‎dewletên Ereban cudahî mezin kir, bi taybet ‎rojavayiyan ji dewletên xwedî petrol re got dewletên xizan çav berdane dewlemendiyên wan.‎

Cemal Şeqra wiha dawî li gotina xwe: "Pêzanîna van şaşiyan û hewldana ber bi pêkanîna ‎yekitiya Ereban ve têrê dike ku Ereb ji çarenûsa kirêt a li benda wan, rizgar bibin. Ji lew re divê ‎rewşenbîrên Ereban bi rola xwe ya geşkkirina zanabûna dîrokî û siyasî rabin û di nivîsên xwe ‎de xetereya li hember neteweya Ereban bi bîr bixin. Dibe ku ev destpêka yekitiya çandî, ‎hevgirtina aboriya Ereban, paşguhkirina sînorên siyasî ku mêtingeriyê daniye û nêrîna baş a ‎pêşerojê piştî avakirina rejîma global a nû û divê dozên erebî ji aliyê hestiyarî ve neyên ‎kontrolkirin. Her wiha xwe bispêrin metod û mentiqê."‎

(mh)

ANHA