El Weten: Komîteya Çaralî dê dîsa bicive

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê ji çavkaniyên ji Moskovê ragihand ku civîna ‘Komîteya Çaralî’ dê vê mehê li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê were lidarxistin.

El Weten: Komîteya Çaralî dê dîsa bicive
5 hezîran, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî heman çavkaniyan, civîna çaralî dê hemwextî civîna Astanayê ku tê payîn di 21’ê Hezîranê de pêk pê, li dar bikeve.

Cîgirê werzîrê karên derve yê hikumeta Şamê Eymen Sosan jî dê beşdarî civînê bibe.

Kanala El Meyadîn a nêzî Hizbullaha Lubnanê jî li ser zimanê gerînendeyê dosyaya Sûriyeyê yê girêdayî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got: “Diyaloga bi Şamê re di çarçoveya hevdîtina çaralî ya li Moskovê de pêk tê. Dê ev diyalog ji bo gihîştina çareseriyê li Sûriyeyê, çarenûsî be.”

Beriya niha jî wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker ê berê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku welatê wî biryara avakirina komîteyekê daye, erka wê komîteyê amadekirina nexşerê û plansaziya xebatên ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Sûriyeyê re ye.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad jî daxuyandibû ku di civînên çaralî yên dawîn de, hin nîqaşên tûj derketine, her wiha destnîşan kiribû ku şandeya Sûriyeyê mijara normalîzekirinê red kiriye û gotibû: “Normalîzekirin encax di encama vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê de pêk bê.”

(c)