ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 5 - 6 - 2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 5 - 6 - 2023
4 hezîran, 2023   23:00

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew amade ne di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, kar û xebat bikin. Her wiha diyar kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan dibistanek e ku ji bo berdewamkirina têkoşînê li ser rêya azadiyê, hêz jê digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bi rê û rêbazên qedexekirî hawîrdora Kurdistanê tune bike. Sûcên wê yên li dijî xwezaya Kurdistanê ne tenê li ser kurdan lê belê li ser seranserî cîhanî xetere ne. Sûcê li dijî her du Firatan dike, binpêkirina ciherengiya biyolojîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Kurdistanê dewletên ku polîtîkayên înkar û îmhayê didin meşandin, bikaranîna hişbirê wek amûreke bêhişkirina civakê zêde dikin û qezenca qirêj bi dest dixin. Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker vê yekê bi rêya saziyên sivîl, komele û weqfan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

Keça şehîd Feysel Ebû, Leyla gav bi gav ber bi pêkanîna xeyalê bavê xwe ve diçe ku bibe bijîşek û şevan û zarokên şehîdan tedawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

Her sibeh rêwîtiya xwe li hember zehmetiyên jiyanê dest pê dike, giyayên ku tên xwarin, sebze kom dike û difroşe. Li hember zehmetiyên dorpêçê û bihabûnê li ber xwe dide ji bo ku jiyaneke birûmet ji zarokên xwe re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

Taqîgeha Giştî ya li Hesekê ji sedî 90`ê madeyên xwarinê yên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, taqî dike. Ji bo berfirehkirina taqîgehê û zêdekirina beşên din xebat tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

Sedemên têkçûna Ereban di 1967'an de heta niha didomin. Nîşaneya wê yekê dagirkirina parçeyên din ên dewletên herêmê ji hêla dewleta Tirk. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi rêya  komên îslama siyasî; Îxwan Muslimîn, çeteyên El Qaîde û DAIŞ′ê êrişa rêxistinbûyîna nirxên Ereban dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner Îsmaîl El Sîbaî bal kişand ser biryara DYA û Erebistana Siûdî ya taloqkirina dan û standinên Cedayê yên têkildarî Sûdanê û got, bi taloqkirina dan û standinan re, dibe ku şer gûrtir bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Jineolojî ya kantonên Efrîn û Şehbahê dewreya taybet a zilaman li akademiya şehîd Karker a navçeya Til Sosin a Şehbayê li dar dixe saet di 08:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya yekemîn konferansa xwe li hola navenda çandê ya Tebqayê li dar dixe saet di 09:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanî Kongra Star a navçeya Çilaxa hemleya paqijiyê ji pêşiya navenda navçeyê dest pê dike saet di 09:00'an de. Her wiha Platforma Jinên Îkolojîk daxuyaniyekê ji bo raya giştî li gundê Siwêdîk ê Dêrîkê dide saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi dirûşma "Gul û kulîlk bedewiya malê ne" û bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanî Desteya Jîngehê ya herêma Firatê duyemîn pêşangeha kulîlkan li şitilgeha Miştenûr a Kobanê li dar dixe saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Sirînê ya kantona Kobanê xwepêşandanekê li dar dixe saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li gundê Babinisê yê navçeya Ehdas xwepêşandanekê li dar dixe saet di 13:00'an de. Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo heman armancê li taxq Şêxmeqsûd a Helebê xwepêşandanekê li dar dixe saet di 17:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya Roja Jîngehê ya  Cîhanê, Komeleya Keziyên Kesk li ser asta Kurdistanê komxebatekê li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 16:00, (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA