'Bi taloqkirina dan û standinan re dibe ku şerê Sûdanê gurtir bibe'

Lêkolîner Îsmaîl El Sîbaî bal kişand ser biryara DYA û Erebistana Siûdî ya taloqkirina dan û standinên Cedayê yên têkildarî Sûdanê û got DYA û Erebistana Siûdî bi vê biryarê û cezayan dixwazin zextê li aliyên sudanî bikin da ku diyalogan bikin. El Sîbahî anî ziman ku bi taloqkirina dan û standinan re dibe ku şer gurtir bibe.

'Bi taloqkirina dan û standinan re dibe ku şerê Sûdanê gurtir bibe'
5 hezîran, 2023   07:51
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Di encama şerê li Sûdanê de ku ji 7 hefteyan ve dewam dike, herêmên li Xertûmê wêran bûn, mîlyon û 2 hezar kes koçber bûn û 400 hezar kes penaberî welatên derdorê bûn.

Riyad û Washingtonê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand, ji ber ku artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn biryara agirbestê bin pê dikin, wan dan û standinên Cedayê taloq kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin, aliyên bi nakok ên Sûdanê îdia dikin ku nûnertiya berjewendiyên gelê Sûdanê dikin, lê kiryarên wan êşa gelê Sûdanê zêde kir û yekitiya nîştimanî û îstîqrara li herêmê bi xetereyê re rû bi rû dihêle.

CEZAYÊN AMERÎKAYÊ

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hefteya borî ragihand, ji ber ku li pêşiya veguhestina Sûdanê ya ber bi pêvajoya demokrasiyê ve dibin asteng, Koşka Spî qeyd li ser vîzeyên berpirsên artêşa Sûdanê, Hêzên Piştevaniya Lezgîn û endamên rejîma serokê berê Omer El Beşîr daniye.

Wekî bersiv li hemberî şer û tundiyê, serokê DYA'yê Jeo Biden di 4'ê Gulana borî de biryara cezakirinê hin rayedarên Sûdanê da û wan wekî berpirsên şer nîşan da. Di vê çarçoveyê de Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê navên 4 şîrketan; Cinêd a çalakiyên pirreng a serokê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqelo û birayî wî cîgirê Hêzên Piştevaniya Hêzên Lezgîn Ebdurehîm Deqelo, şîrketa Tradef a bazirganiya giştî ya serbazê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Aloqînî Hemdan Deqelo û biryayê Mihemed Hemdan Deqelo, pergala pîşesaziyên parastinê yên Sûdanê  û şîrketa Sûdan Master a tekonolojiyê ya çêkirina çekan ên artêşa Sûdanê xistin lîsteya cezayan.

'ÇARESERÎ VEBIJÊRKA LEŞKERÎ YE'

Lêkolîner Îsmaîl El Sîbaî yê ji Sûdanê got, sedema ku DYA û Erebistana Siûdî dan û standinên Cedayê taloq kirin û ceza dan şîrketên Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşa Sûdanê ew e ku zext li aliyên bi nakok bikin da ku dan û standinan pêk bînin, nakokiyan bi awayekî aştiyane çareser bikin û agirbestek pêk bînin.

El Sîbaî wiha got: "Di demekê de ku şer li Sûdanê gûr e, ji bilî çareseriya leşkerî em tu çareseriyên din nabînin. Niyeta Hêzên Pitşevaniya Lezgîn tune ye ku pabendî peymana valakirina nexweşxaneyan, cihên stratejîk û malên welatiyan ku îmze kiriye, bibe, ji wê zêdetir vê hêzê tevgera xwe zêdetir kiriye, lew re divê hêzên çekdar bersiva van binpêkirinan bidin. Ji ber vê yekê em dibînin ku bêyî çareseriya leşkerî şerê li Sûdanê bi dawî nabe."

Li ser sedemên binkeftina artêşê ya bidawîkirina şer El Sîbaî ev nirxandin kir: "Bi taybet di çarçoveya demê û rêbaza bidawîkirinê de  şerê li bajaran ne wekî şerên din e, ji ber ku şer di hundirê tax û herêmên şêniyan de rû dide. Artêş dikare di 72 saetan de şer bi dawî bike, lê wê wêraniyeke mezin li welat çêbibe. Heta vê kêliyê artêşa Sûdanê hêza mirinê mîna ku fermandarê giştî yê hêzên çekdar Ebdulfetah El Burhan wesif kiriye bi kar neanî. Her wiha moşekên Sûdanê hîna nehatine bikaranîn ku dikarin çareyeka avahiyan bi giştî wêran bike. Dîsa jî balafirên şer hîna nehatine bikaranîn. Ji wê zêdetir jî gelek endamên hêzên çekdar di amadekariyê de ne. Artêşê heta vê kêliyê ji sedî 15 hêzên xwe bi kar aniye. Ji bo parastina welatiyan bidawîkirina şer dereng ma."

SENAROYOYÊN ŞER

Lêkolîner Îsmaîl El Sîbaî bal kişand ser senaryoyên bidawîkirina şerê li Sûdanê û got, senaryoya yekemîn rûniştina li ser maseya diyalogê, dîsa îmzekirina peymana aştiyê û bidawîkirina şer e. Her wiha anî ziman ku ev senaryo girêdayî hin şertên diyarker in.

Li gorî El Sîbaî senaryoya din jî dewama şer e û got, ev senaroyê dê êş, wêranî û parçebûna li Sûdanê zêdetir bike.

El Sîbaî diyar kir ku dê encamên şer di çend rojên bê de nexşerêya şer çi di aliyên bidawîkirina şer de be yan jî di aliyê leşkerî de yan jî vegerandina li dan û standinan diyar bike.

El Sîbaî anî ziman ku aliyên navneteweyî dikarin zexteke zêde li aliyên bi nakok bikin û cezayên zêdetir li wan bibire da ku şer rawestînin, lê destnîşan kir ku tevî cezayan jî her du alî dikarin şer berdewam bikin.

HELWESTA ALIYÊN SÛDANÊ

Li ser rola aliyên Sûdanê ya ji bo bidawîkirina şer El Sîbaî destnîşan kir ku hin aliyên sûdanî hewl didin şer bi dawî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Lê piranî ji tawana îxanetê ditirsin, menaze ku gelê Sûdanê destekê dide hêzên çekdar û şer weke rûmeta artêşê dibînin, her wiha gelê Sûdanê Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi ajan û çeteyên xwefiroş û ne xwedî bawerî wesif dikin.''

El Sîbaî wiha dawî li gotina xwe anî: "Jinûve destpêkirina dan û standinên Cedayê û vejandina derfetên aştiyê, girêdayî asta pêkanîna şertan e ku artêşa Sûdanê ji Hêzên Piştevaniya Lezgîn re danîne. Her kes van şertan dizanin. Şertê girîng ew e ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji nexweşxane, malên welatiyan û navendên giştî derkevin."

(fr/bb)

ANHA