​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker Şarbajêr bombebaran kir

Balafireke bêmirov a biçek Dola Qerleş ya nêzîkê Goyjane ya ser bi Şarbajêr bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de kesek birîndar bûye û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker Şarbajêr bombebaran kir
4 hezîran, 2023   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro êvarê balafireke bêmirov ku tê gotin a dewleta Tirk a dagirker e Dola Qelereş ya ser bi Şarbajêr a Silêmaniyê bombebarankir.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin di encama êrişê de 2 welatiyên ku siwarê motorsiwar bûne, hatine hedefgirtin û di encamê de kesek birîndar bûye û kesek jî jiyana xwe ji dest daye. Lê ev agahî hîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ne hatine piştrastkirin.