​​​​​​​Ferîd Etê sedema cudabûna Desteya Jîngehê eşkere kir

Ferîd Etê got ji bo ku Desteya Jîngehê serbixwe be û derfeteke baş ji bo xebatên wê çêbe, biryara cudabûna desteyê ji Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan hatiye dayîn.

​​​​​​​Ferîd Etê sedema cudabûna Desteya Jîngehê eşkere kir
30 gulan, 2023   07:57
REQA - MIHEMED XELÎL

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 77′an de ku di 23′yê Gulanê de li dar xist, biryar da ku desteya jîngehê ji Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan were cudakirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê sedemên cudabûna di navbera her du desteyan de ji ajansa me re eşkere kirin.

Ferîd Etê wiha got: "Di vê dema dawî de bi rêya xebatên meydanî û desteyan Meclisa Rêveber dît ku Desteya Çandinî ji Desteya Aboriyê were cudakirin. Ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke çandinî ye. Di rûniştina normal a bi hejmara 77′an jî Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan hate cudakirin.”

Etê bal kişand ser sedemên cudahbûn û wiha domand: "Sedem ew e ku Desteya Jîngehê serbixwe be û xebatên ji bo jîngehê berfirehtir bike. Ji ber ku herêm di şer re derbas bû û gelek deverên wê wêran bûn."

Etê wiha pê de çû: "Meclisa Giştî ev pêşniyar bi komîteya qanûnê û endamên meclisa giştî re nîqaş kir. Rêveberiyên Herêmî jî li ser serxebûna Desteya Jîngehê û budçeyeke wê ya taybet hebe, zelalbûne pêşkêş kir."

Etê got li herêmê şer hebû û bandorên wê li ser herêmê û jîngehê çêbûn. Piştî cudabûna Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiyên Herêmî dê xebata xwe ya bingehîn ku parastina jîngehê ye, pêk bîne.

Ferîd Etê di dawiyê de got Meclisa Giştî di rûniştina xwe ya bi hejmara 77′an de pêşniyara cudabûna Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiyên Herêmî erê kir. Her wiha Îbrahîm Esed ji bo hevserokatiya Desteya Jîngehê erkdar kir. Dê birêxistinkirina sazûmaniya rêveberî ya desteyê li gorî rêziknameyê be û hejmara endamên desteyê were diyarkirin û nivîsên desteyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin aktîfkirin.

(fr)

ANHA