Rûsya bi moşekan êrişî balafirgehên Ukraynayê kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku Rûsyayê bi moşekan balafirgehên Ukraynayê bombebaran kirin.

Rûsya bi moşekan êrişî balafirgehên Ukraynayê kir
29 gulan, 2023   17:57
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên Rûsyayê li dijî baregehên Ukraynayê yên li balafirgehan êrişeke komî pêk anî û got: “Navendên fermandariyê û radaran û kelûpelên balafiran û embarên cebilxaneyê yên hêzên Ukraynayê hatin hedefgirtin.”

Her wiha hat diyarkirin ku navenda fermandariya yekîneyê, ya çavdêriyê û embara cebilxaneyê ya lîwaya mîkanîkî 110 ya hêzên Ukraynayê li herêma Evdiivka ya Komara Gel a Donetsk hatin hedefgirtin.

(mh/şx)