Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî narkotîkê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo, bazirganekî narkotîkê di sûc de girt dema ku hewl dida wê derbasî bajêr bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî narkotîkê girt
29 gulan, 2023   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Yekîneyên  duh bazirganekî narkotîkê girt dema ku hewl dida wê derbasî bajarê Qamişlo bike.

Hêzê li ser malpera xwe ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya berdewamkirina têkoşîna xwe li hemberî diyardeya narkotîkê de, piştî berhevkirina agahiyan û li gorî agahiyên îstîxbaratî, hat hînbûn ku bazirganekî narkotîkê hewl dide narkotîkê derbasî Qamişloyê de. Ji bo wê hêzên me kemînek danî pêşiya wî di sûc de girt, ku pê re 969 gram krîstal hebû.

Em destnîşan dikin ku têkoşîna me ji bo tunekirina vê diyardeyê û ji bo parastina ewlehiya gelê me, berdewam e.”