​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Em ê tu carî dev ji xelkê Mexmûrê bernedin

Malbatên Şehîdan dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir û teqezî bi domandina piştgiriyê ji bo şêniyên Mexmûrê da.

​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Em ê tu carî dev ji xelkê Mexmûrê bernedin
30 gulan, 2023   03:24
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Ev 2 hefte ne li hember dorpêçkirina kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve berxwedaneke mezin tê meşandin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û malbatên şehîdan bi taybetî jî kiryarên artêşa Iraqê şermezar kirin û banga bidawîkirina dorpêçê û pêkneanîna ajandeyên dewleta Tirk a dagirker kir.

/kr/uploads/files/2023/05/29/192108_-large.webp

Girêdayî mijarê, hevjîna şehîdê Hêzên Parastina Civakê (HPC) Wehîd Xelîl, Ezîze Hisên dorpêça artêşa Iraqê ya li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir û got: "Destê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di vê dorpêçê de heye. Armanc jê pêkanîna ajandeyên AKP'ê yên li dijî gelê Kurd, têkbirina îrade û berxwedana wan û dûrxistina wan ji têkoşîna şoreşgerî ye."

Ezîze Hisên banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê li hember siyasetên dijber kir û got: "Divê gelê Başûrê Kurdistanê serî li hember planên qirkirinê hilde û bêdeng nemîne, ji ber ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd li her derê ye."

/kr/uploads/files/2023/05/29/192051_-large.webp

Her wiha, bavê şehîdê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Agirî Kurdistan, Bedrî Ebdullah destnîşan kir ku ev dorpêç hemû pîvanan binpê dike, nexasim ku ew di bin çavdêriya Neteweyê Yekbûyî (NY) de ye.

Ebdullah kiryarên artêşa Iraqê yên li dijî xelkê kampa Mexmûrê şermezar kir û got: "Em van kiryaran qebûl nakin, em dê piştgiriya xwe ji bo gelê Mexmûrê bidomînin û dê tu carî dev ji wan bernedin."

/kr/uploads/files/2023/05/29/192133_-large.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî destnîşan kir ku doza mexmûriyan û ya gelê Rojavayê Kurdistanê û zehmetiyên ku li hember siyasetên dagirkeriyê dikişînin, yek e.

Fatme bang li artêşa Iraqê kir ku dorpêçê bi dawî bike û got: "Divê hikumeta Iraqê ajandeyên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina tevahiya herêmê û vejandina Osmaniyê, pêk neyne."

(mh/şx)

ANHA