Afirînerê aloziyan di hilbijartinan de bi ser ket

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan piştî ku di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket, bi gelek aloziyên siyasî re ku wî bi xwe derxistine, rû bi rû ye. Lê pirsa girîng ev e; dê Erdogan çawa nêzîkî van aloziyan bibe?

Afirînerê aloziyan di hilbijartinan de bi ser ket
30 gulan, 2023   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê ku ji dema damezirandina Komara Tirkiyeyê de yên herî girîng bûn, bi serkeftina Recep Tayyîp Erdogan bi encam bûn. Erdogan dê heta 5 salên din jî li ser desthilatê be. Ji bilî siyasetê, aborî jî yek ji faktorên girîng e ku dê bandorê li pêvajoya piştî hilbijartinan bike.

Di encama siyasetên aborî yên Erdogan de ku bi israr e piştî hilbijartinan jî dewam bike, nirxê lîreyê Tirk daket û li hember her dolarekî bû 20 lîre. Ev yek ji ber nebûna veberhênanê pêk tê.

Li gorî ‘Moody`s’ê siyaseta aborî ya Erdogan hişt ku veberhênana li Tirkiyeyê kêm bibe, pê re dayîna deynên derve jî daket, enflasyon zêde bû û nirxê lîre daket. Ji lew re, li gorî heman ajansê, dê Erdogan siyaseta xwe ya aboriyê ya neklasîk bidomîne, ev jî dê têkçûna aboriya Tirkiyeyê kûrtir bike.

Di Tîrmeha borî de rêjeya enflasyonê derket jorî ji sedî 80. Ruxmî ku di meha borî de daket 43.68`an jî, lê hîna jî bilind e û barê welatiyan giran dike.

Di 21`ê Mijdara 2021`yan de, Komîteya Têkoşîna li dijî Sextekariya Pereyan, Tirkiye xist “lîsteya gewr” û hat destnîşankirin ku tedbîrên têkoşîna li dijî sextekirina pereyan ne têrker in.

Li gel nebûna baweriyê bi aboriya Tirkiyeyê û siyasetên ku wê kontrol dikin, nirxê lîreyê Tirkiyeyê roj bi roj kêmtir dibe. Sedema wê ev e ku welatiyên Tirkiyeyê pereyên xwe dikin dolar û euro.

Paşketin û pêşkletina aboriya Tirkiyeyê, encama asayî ye û geşedanên siyasî bi rêjeyeke mezin bandorê lê dikin. Ew geşedan jî girêdayî siyasetên hundirîn û derve yên Erdogan in.

SIYASETÊN ERDOGAN

Ji ber ku Erdogan di destpêka desthilata xwe de siyaseta “sifir pirsgirêk” meşand, aboriya Tirkiyeyê ji destpêka sala 2003’yan heta 2011`an bi pêş ket. Lê bi destpêkirina Bihara Ereban re, wî siyaseta “sifir pirsgirêk” veguherand siyaseta “sifir hevalbend”.

Destpêkê, Tirkiye ya endama NATO`yê hewl da xwepêşandanên bi daxwaza guhertinê yên li Tunis û Misirê bi kar bîne. Lewma piştgirî da Îxwan Muslimîn ên li her du welatan ku bi saya wê (destwerdana nerm) şoreşa Misirê ya ji bo guhertinê berevajî bû û Misir û Tunis 10 salan paşde vegerandin.

Her wiha bi awayekî mezin bi rêya destwerdana hişk li Lîbya û Sûriyeyê hişt ku tevlihevî, kuştin, rûxandin li wan her du welatan belav bibe. Piraniya xezîneya Tirkiyeyê ji bo şerên hişk û nerm ên li gelek eniyên li rojhilat û rojava, piştgiriya bi hezaran çeteyan li Sûriyeyê, Azerbeycan û Lîbyayê, xerc kirin. Vê yekê hişt li seranserê herêmê gelek dijminan ji xwe re çêke.

Ji lew re, berdewamkirina rewşa xirab a aborî, siyasî û civakî û daketina nirxê lîre dê bandorê li paşeroja vî welatî bike, dê aboriya wî jî veguherîne aboriyeke qels û têkçûyî.

ERDOGAN Û DOZÊN DERDORÊ

Tirkiyeyê di serdema Erdogan de hêza xwe ya hişk li Sûriye, Iraq, Lîbya û Ermenistanê nîşan da, parçeyên mezin li Sûriye û Iraqê dagir kirin û li Sûriyeyê guhertina demografîk pêk anî. Her wiha çete şandin Lîbya û Azerbeycanê, bi awayekî yekser jî piştgiriya DAIŞ û El Qaîdeyê kir.

Erdogan hewl da li ser du benan (Rûsya-Amerîka) bilîze. Wî pergala parastina hewayî ya Rûsyayê kirî, ji bo tevlêbûna hin welatan ji NATO`yê re, astengî danîn. Lê di heman demê de ew hîna jî siyaseta tevliheviyê ya Amerîkayê li herêmê belav kiriye, dewam dike. Tirkiyeyê di lihevkirina ji bo firotina genimê Ukraynayê di Deryaya Reş re navbeynkarî kir, li aliyê din jî çek dan artêşa Ukraynayê.

TÊKILIYÊN TIRKIYE-SÛRIYEYÊ

Normalîzekirina têkiliyan di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de dozeke girîng e ku Erdogan ji dema Lûtkeya Tehranê ya sêalî de (19`ê Tîrmeha 2022) li ser dixebitî. Her wiha dosyaya vegera penaberên sûriyeyî jî heye ku dê Erdogan di dema pêş de ji bo razîkirina neteweperestên radîkal, bi qewitandina wan penaberan li ser kar bike. Lê belê ev yek dê bihêle ku alîkariyên darayî yên Ewropayê yên ji bo rêgirtina li penaberiyê dişîne ji Tirkiyeyê re, bi dawî bibin. Ev jî dê aboriya Tirkiyeyê xirabtir bike.

Hikumeta Şamê bi israr e ku Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, ev wekî şertekî normalîzekirina bi Erdogan re diyar kiriye. Lê nayê texmînkirin ku Erdogan vî şertî pêk bîne yan na. Eger pêk bîne jî, dê çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” qels bike û rewşa Idlibê biguherîne ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam lê serwer in. Ev jî dê helwesta Tirkiyeyê di dan û standinên dema pêş de lawaz bike. Nexasim ku hikumeta Şamê ji ber vegerandina têkiliyên xwe bi welatên Ereban re (yên ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê red dikin), ji berê bi hêztir e.

(c)

ANHA