Lîbya; lihevkirina li ser hilbijartinan û hikumeteke nû

Geşedanên dawîn ên Lîbyayê nîşan didin ku di dan û standinên nûnerên Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê yên li bajarê Bûzenîqa yê Mexribê de, lihevkirin çêbûye.

Lîbya; lihevkirina li ser hilbijartinan û hikumeteke nû
30 gulan, 2023   01:27
QAHÎRE - MUSHIM EL MISIRÎ

‘Komîteya 6+6’ a hevbeş ku ji aliyê Meclisa Bilind a Dewletê û Meclisa Nûneran ve ji bo amadekirina qanûna hilbijartinê hatiye erkdarkirin, ragihand ku têkildarî hilbijartina serokê dewletê û endamên parlamentoyê gihaştiye lihevkirinê.

/kr/uploads/files/2023/05/29/192320_7d1a85d9-ee0f-44da-bc33-1c9128e8ab48.webp

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, berdevkê komîteyê Omer Mihemed Ebû Lîfê di daxuyaniya çapemeniyê de gotiye: “Di diyarkirina û belavkirina kursiyên meclisên nûneran û senatoyê de li gorî daîreyên hilbjiartinê, her wiha di tedbîrên têkildarî avakirin û diyarkirina lîsteyên namzetan, nûnertiya jinan û belgekirina binpêkirinên hilbijartinan de, pêşketin çêbû.”

Ebû Lîfê destnîşan kir ku komîte, lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê bi awayekî hemwext nîqaş dike, her wiha mijara beşdarkirina partiyên siyasî di hilbijartinên Meclisa Nûneran de bi rêya lîsteyên partiyan an lîsteyên ferdî jî gotûbêj dike.

Hemwextî van daxuyaniyan, fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Xelîfe Hefter di 27`ê Gulanê de bi nûnerê NY`yê yê li Lîbyayê Ebdullah Batîlî re hevdîtin kir.

Batîlî, însiyatîfeke navneteweyî ji bo lidarxistina hilbijartinan li Lîbyayê beriya dawiya salê, bi rê ve dibe.

Çavdêr dibêjin atmosfera hilbijartinê û lihevkirina di dan û standinên Komîteya 6+6 de çêbûne, dê bibin destpêk ji bo avakirina hikumeteke nû ku hilbijartinan bi rê ve bibe. Tê payîn ku hilbijartin destpêka sala bê li dar bikevin.

PÊŞNIYARA EQÎLA SALIH

Lêkolînerê kar û barên Lîbyayê Alaa Farûq ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku encamên dan û standinên li Mexribê yên der barê amadekirina qanûnên hilbijartinan de erênî ne û got ji bilî mijara şertên namzetiyê, piraniya van lihevkirinên hatine ragihandin beriya demekê nîv-lihevkirinek li ser hatibû kirin.

Farûq got: “Gelek xalên nakokiyê hatin derbaskirin. Niha bi rêya pêşniyara serokê parlametoyê Eqîla Salih, hewl didin qeydên ji bo namzetiya serokatiyê ya kesayetên xwedî du nasnameyan, bên sivikkirin. Lê şert e ku kesê di hilbijartinê de bi ser bikeve yan jî biçe tûra duyemîn, beriya ku li ser destûrê sond bixwe divê dev ji nasnameyekê berde.”

Farûq bal kişand ser hin nakokiyên der barê hilbijartina serok de yên ku nehatine derbaskirin û got: “Mîna mafê namzetiya leşkeran, an kesayetên ku ji aliyê navneteweyî ve ji bo hin dozan tên xwestin mîna Seyfullah Qedafî. Her wiha têkildarî namzetiya kesayetên ku erkên rêveberiyê girtine, mîna Ebdulhemîd Debîbe yan Fethî Başaxa, hîn biryar nehatiye dayîn. Hin nêrîn hene da ku kesên dixwazin bibin namzet, xwe pêşniyar bikin, lê hinek jî hewl didin vê mijarê asteng bikin.”

Lêkolîner Alaa Farûq anî ziman ku nêzîkatî û nîqaşên di navbera Meclisa Dewletê û Meclisa Nûneran de baş in, lê pêwîst e tiştê ku li serê lihevkirin çêbûye, were pratîzekirin û wiha dom kir: “Ev dan û standin dê ji bo çareseriya siyasî ya li Lîbyayê û gihaştina pêvajoya hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê, bandoreke baş bikin.”

DEMA HILBIJARTINÊ

Farûq got diyarkirina dema hilbijartinan di çaryeka destpêka sala bê de, hin hêzên siyasî yên hewl didan hilbijartinan beriya dawiya vê sale li dar bixin, şaş kirin û wiha pê de çû: “Dema ku hatiye diyarkirin, pir rasyonel e. Dikare hilbijartinên parlamenteriyê di destpêka sala bê de werin lidarxistin, hilbijartinên serokatiyê jî dikarin piştî wê bi çend mehan -bi şertê ku 6 meh derbas neke- werin lidarxistin. Bawer im wê demê dê rewşa siyasî zêdetir bi îstiqrar be.”

HIKUMETEKE NÛ

Farûq, têkildarî derfeta avakirina hikumeteke nû ji bo rêvebirina proseya hilbijartinê, ev tişt anî ziman: “Bawer im ev yek êdî daxwaza gel e. Pêşniyarek heye ku her du hikumet bibin yek û Debîbe wek serok bimîne. Ev li gorî lihevkirin an peymanekê di navbera Hefter û Debîbe de dikare pêk were.”

Li gorî lêkolînerê lîbyayî, senaryoya herî pêkan ew e ku hikumetek xwedî erkên diyar were avakirin, Debîbe serokatiya wê bike, wezîrên ji hikumeta parlamentoyê ya bi serokatiya Başaxa jî beşdar bibin, lê rewatiya vê hikumetê piştî hilbijartina parlamentoya nû bê betalkirin.

(c)

ANHA