HRRK`ê serketiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî xelat kirin

HRRK`ê bi şahiyeke xelatwergirtinê 4 helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023`an de bi serketibûn, xelat kirin.

HRRK`ê serketiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî xelat kirin
29 gulan, 2023   18:33
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di 29`ê Adarê de, bi civîneke çapemeniyê encamên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023`yan eşkere kiribû. Di vê salê de 30 ciwan ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê tev li pêşbirkê bibûn. Ji wan 4 ciwan hêjayî xelatgirtinê hatin dîtin.

Îro ji bo xelatkirina her çar helbestvanan şahiya xelatwergirtinê li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo, bi amadebûn partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran, dost û hevalên helbestvanên serkeftî hat lidarxistin.

/kr/uploads/files/2023/05/29/183424_qamislo-sahiya-xelatkirine-hrrk-3.webp

Di şahiyê de dîsa encamên pêşbirkê hatin xwendin ku, di asta yekemîn de helbesta 'Ku tu werî' ya helbestvan Ahîn El Omer, di asta duyemîn de helbesta 'Were' ya helbestvan Dilyar Osê, di asta sêyemîn de helbesta 'Baskên Kevokê' ya helbestvan Xecê Îsa, di asta çaremîn de jî helbesta `Hîna li vir im` ya helbestvan Mehmûd Misto xelatên xwe wergirtin.

helbestvanên asta yekemîn de 500 dolar, asta duyemîn de 300 dolar, asta sêyemîn 200 dolar û ya çaremîn de 100 dolar xelat hatin dayîn

Helbestvanan li pêşiya beşdaran berhemên xwe careke din xwendin. Paşê Koma Rojwar, Hunermend Zekeriya Efrîn, Elî Aştî û Ronî stran gotin.

(sb)

ANHA