​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê û Şehbayê berê xwe daye navçeya Ehdas ku dê li wir çalakiya girseyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştevaniya Partiya Çepên Kesk were lidarxistin.

​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
​​​​​​​Bi hezaran kes berê xwe didin cihê çalakiya li Şehbayê
9 gulan, 2023   10:16
ŞEHBA

Ji saetên serê sibehê de bi hezaran şênî berê xwe didin qada gundê Elûş ê girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê ku dê li wir çalakiya girseyî ya ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştevaniya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê de were lidarxistin.

Qada çalakiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Çepên Kesk hatiye xemilandin.

Her wiha bi hezaran kes ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî gihaştine cihê çalakiyê.

Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê, bernameya çalakiyê bi vî rengî ye; dê qeydên deng ên Rêber Abdullah Ocalan ên têkidlarî pergala hikumê li Rojhilata Navîn û azadiya jinan û rêbazên xilasbûna ji pergala hikumê ya heyî û alternatîfên wê, bê guhdarîkirin. Dê axaftin bên kirin û komên çand û hunerê berhemên xwe pêşkêş bikin.

(c)

ANHA