Hevserokê MSD`ê: Vegerandina Sûriyeyê têrî nake, divê hemû alî kom bibin

Hevserokê MSD‘ê Riyad diyar kir ku vegerandina Şamê ji bo Komkara Erebî di rêya çareseriya aloziyê de erênî ye, lê têrî nake, lewma divê bêyî cudahî hemû aliyên Sûriyeyê li hev bicivin.

Hevserokê MSD`ê: Vegerandina Sûriyeyê têrî nake, divê hemû alî kom bibin
9 gulan, 2023   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî vegera Sûriyeyê ya li nava Komkara Erebî ji ANHA’yê re axivî.

Riyad Derar vegera Şamê ya li Komkara Erebî erênî nirxand û got: "Em vegera Şamê ya li Komkara Dewletên Ereban û beşdarbûna wê di saziyên komkarê de wek faktoreke erênî dibînin. Ev pêşketin di çaçroveya rola erebî de tê. Em bi hêvî ne ku di vê çarçoveyê de çareseriyeke siyasî pêk were ku hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih bîne, yekitî û serxwebûna Sûriyeyê biparêze. Em pêşwaziya tevgerên erebî dikin ku armanc bike êşa sûriyeyan bi dawî bike û dawî li aloziyê bîne. Di encamê de vegera Sûriyeyê ya li komkarê bibe faktorek ku zextê li rejîmê bike da ku bi tena serê xwe ji bo çareseriyê tev negere û bi tenê di rêvebirina saziyên dewletên de nemîne."

‘DIVÊ DEWLETÊN EREBAN YEKITIYA HÊZÊN SÛRIYEYÊ AVA BIKIN’

Riyad Derar xîtabî dewletên Ereban kir û got: "Wek MSD banga me li dewletên Ereban, bi taybet dewletên ku daxuyaniya Emanê dane û Erebistana Siûdî, hêzên opozîsyonê vexwîne da ku yekitiya xwe ava bikin û bi beşdarbûna hemû hêzên li ser erdê nêrînên afirîner pêşkêş bikin. Ev yek dê ji bo serxistina rola Ereban bibe destek. Hewldanên Ereban, bi taybetî helwesta Erebistana Siûdî, dikare ji bo çareseriyê bibe alîkar. Divê bang li hikumeta Sûriyeyê were kirin ku ji bo çareseriya siyasî tev bigere.”

JI MSD’Ê NAMEYÊN JI BO DEWLETÊ EREBAN

Derar îşaret bi vê yekê kir ku vegera rejîma Şamê ya li Komkara Erebî xizmeta projeyên çareseriya siyasî nake û wiha domand: "Qaçaxçîtî, pêwîstiyên vegera penaberan û mijarên jinûve avakirinê, çareseriyeke siyasî ya bingehîn lazim dikin. Ji ber vê yekê di serî de Erebistana Siûdî, em bang li van dewletan dikin ku li ser vî esasî hewldanên qenc ji bo tevahî sûriyeyiyan bikin. Em hêvî dikin tevahî aliyên sûriyeyî bêyî dûrxistina aliyekî, li hev bicivîne."

‘DIVÊ SÛRIYEYÎ PERGALA XWE YA SIYASÎ DIYAR BIKIN’

Derar di dewama nirxandina xwe de anî ziman ku rola Ereban û desteka ku bikare pêşkêşî Sûriyeyê û gelê wê bike, helwesteke berpirsyar e û got: "Rola Ereban dikare ji bo pêşxistina diyalogên di navbera sûriyeyiyan de, bi taybetî di navbera hikumet û opozîsyonê de de, bibe destek. Divê ev rol li gorî hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên bi rêya biryarên Cinêvê yên têkildarî çarseriya siyasî, bi taybet biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî be. Divê ev rol bibe dehfek ji bo pêkanîna guhertineke bingehîn da ku sûriyeyî bi xwe pergala xwe ya siyasî diyar bikin û bibe proseyeke hevgirtî ku bi beşdarbûna hemû aliyan, hemû deverên Sûriyeyê bigire nava xwe.”

Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de got: “Xuya ye ku normalîzekirina erebî dê destekê bide helwesta rejîmê ku di her pêvajoyeke diyalogan de li dijî aliyên din bi kar bîne. Lê belê em dixwazin balê bikişînin ser vê yekê ku alîgiriya rejîmê nebe mijara berjewendiyên dewletan. Ji ber ku rejîm hîs dike ku bi ser ketiye û dibe ku daxwazan bi cih neyne. Ji ber vê yekê zext û domandina nameyên dîplomatîk pêwîst in da ku çareseriyeke rasteqîn pêk were û me ber bi ewlehiyê ve bibe. Divê her kes beşdarî çareseriyê bibe. Rêyên dîplomatîk heta niha bi pêş ve diçin û dikarin rejîma di nava Komkara Erebî de were dorpêçkirin da ku ji bo çareseriya siyasî ya tê xwestin, tawîzan bide.”

(bb)

ANHA