​​​​​​​Cezayên li dijî Sûriyeyê saleke din hatin dirêjkirin

Koşka Spî ragihand ku serok Joe Biden biryara cezayên li ser Sûriyeyê heta saleke din dirêj kiriye.

​​​​​​​Cezayên li dijî Sûriyeyê saleke din hatin dirêjkirin
9 gulan, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha ha gotin: “Kirinên rejîma Sûriyeyê li ser ewlehiya neteweyî, siyaseta derve û aboriya DYA`yê gefê çêdikin. Ji ber wê rewşa awarte û tedbîrên hatine girtin divê heta piştî 11`ê Gulana 2023`yan jî dewam bikin.”

Di daxuyaniyê de li ser zimanê seorkê DYA`yê hat ragiahndin: “Birayara rewşa awarte heta saleke din tê dirêjkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, DYA`yê bang li desthilata Sûriyeyê û piştevanên wê kir ku “şerê hovane” yê li dijî gel bidin rawestandin û li seranserê welat agirbestê bixin meriyetê, alîkariyên mirovî bêyî astengî bigihînin tevahî sûriyeyiyên hewcedarî alîkariyan û çareseriya siyasî li Sûriyeyê nîqaş bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê DYA guhertinên siyasî û kiryarên hikumeta Şamê bişopîne û piştre diyar bike bê ka rewşa awarte di pêşerojê de dewam bike yan bi dawî bike.

(c)