Li Dêrezorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di operasyoneke hevbeş a QSD, Koalîsyona Naveteweyî û hêzên dijterorê yên Başûrê Kurdistanê de li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li Dêrezorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
9 gulan, 2023   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên dijî-terorê yên Herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Sûrê ê li bakurê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê ji bo jinavbirina şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê pêk anî.”

QSD’ê diyar kir ku di operasyona hevbeş de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û tiliya wan di kuştin û êrişên li dijî hêzên leşkerî û rûspiyan de hebû, her wiha ew çete ji bo revandin û veguhestina çeteyan dixebitîn.

Her wiha di operasyonê de gelek çek, cebilxane û alavên ragihandinê hatin desteserkirin.

<iframe width="743" height="418" src="https://www.youtube.com/embed/1OqXzPUOQmQ" title="القبض على عنصرين من داعش في دير الزور خلال عملية مشتركة" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>