​​​​​​​Rojnameyên erebî: Heyet Tehrîr El Şam xwe wekî tevgerke muxalif nîşan dide

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser êrişa Urdinê ya li Sûriyeyê, tevgerên çeteyên Ehrar El Şam û hewldanên bidawîkirina şerê li Sûdanê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Heyet Tehrîr El Şam xwe wekî tevgerke muxalif nîşan dide
9 gulan, 2023   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘URDIN ŞERÊ XWE YÊ LI DIJÎ HIŞBIRÊ LI SÛRIYEYÊ BERFIREH DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyeyê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Barbanga duh (duşem), êrişeke hewayî li dijî herêmên başûrê Sûriyeyê hat kirin ku bazirganên hişbirê û cihên çêkirina hişbirê û hebên Captagon bûn hedef. Kêm caran li dijî şebeyên berfireh ên qaçaxçîtiyê êrişeke wiha pêk tê.

Cîgirê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî li ser pirsa êrişa hewayî ya li dijî başûrê Sûriyeyê got “dema em gavekê ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî biavêjin, em ê di demên guncaw de ragihînin.” El Sefedî diyar kir ku pirsgirêka hişbirê li ser Urdinê gefeke mezin e.

El Sefedî her wiha eşkere kir ku ji bo têkoşîna li dijî hişbirê dê komîteyeke ewlehî û siyasî ya urdinî-sûriyeyî li ser sînor were avakirin û îşaret bi vê yekê kir ku dê di demeke nêz de bi hempîşeyê xwe yê sûriyeyî Feysel El Miqdad re biaxive û mekanîzmaya kar nîqaş bikin.

Çalakvanan diyar kir ku êrişa hewayî malek li gundê Şeba yê li rojhilatê Siwêdayî yê li ser sînorê Urdinê kir hedef. Di encamê de bazirganê hişbirê yê bi navê Mirî El Remsan û malbata wî ya ji 7 kesan pêk tê, hatin kuştin.

‘HEYET TEHRÎR EL ŞAM XWE WEKÎ TEVGEREKE NÎŞTIMANÎ YA OPOZÎSYONÊ NÎŞAN DIDE’

Têkildarî mijareke din a girêdayî rojeva Sûriyeyê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Di lêkolînekê de ku ji aliyê Saziya Jamestown a amerîkî ve hatiye amadekirin, tê gotin emîrê Heyet Tehrîr El Şam Ebû Mihemed El Colanî bi salan xebitî da ku koma xwe wekî tevgereke nîştimanî ya sûriyeyî ya li dijî serok Beşar El Esed nîşan bide. Bi vê yekê hewl dide koma xwe ji El Qaîdeyê dûr bixe.

Lêkolîner Tammy Lynn Palacios di lêkolînê de got pêkanîna guhertinan di mekanîzmayên xebatê komê de û awayê ku xwe li herêmê nîşan dide, rê li ber berdewamiya piştevaniya hewldanên Heyet Tehrîr E Şam ên ji bo berjewendiyên herêmî yên rêxistinê û armancên stratejiyên cîhanî yên berfireh nagire.

Di lêkolînê de tê gotin ku îhtîmal e tevkariyek di navbera Heyet Tehrîr El Şam û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hebe. Vê tevkariyê kir ku Washington serokê duyemîn ê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureşî û berpirsên din ên DAIŞ’ê li bakurê rojavayê Sûriyeyê bê bandor bike."

‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÎNSIYATÎFA SIÛDÎ- AMERÎKAYÊ YA JI BO SÛDANÊ PÊŞWAZÎ KIR’

Der barê Sûdanê de jî rojnameya El Quds El Erebî wiha nivîsî: "Neteweyên Yekbûyî (NY) roja duşemê însiyatafa Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê pêşwazî kir.

Li gorî NY’yê, cîgirê berdevkê NY’yê Ferhan Heq got NY însiyatafa Erebistana Siûdî û DYA’yê ya lidarxistina diyalogan li bajarê Cedayê di navbera nûnerên aliyên nakok ên Sûdanê de, pêşwazî kir.

Ferhan Heq anî ziman ku der barê rewşa Sûdanê de NY ji nêz ve bi Riyad û Washingtonê re   dixebite. Her wiha diyar kir ku serokê şandeya NY’yê yê li Sûdanê Volker Peretz li gel hin karmendên NY’yê, ji bo pêkanîna gelek xebatên girîng jî li bajarê Port Sûdanê ye.

Roja yekşemê Erebistana Siûdî ragihand ku dan û standinên li Cedayê yên di navbera nûnerên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dê bi rojan dewam bikin da ku bigihêjin agirbestekê."

) bb)