​​​​​​​Ji bo zeviyên çandiniyê banga seferberiyê

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê ji bo parastina zeviyên çandiniyê seferberî ragihand.

​​​​​​​Ji bo zeviyên çandiniyê banga seferberiyê
9 gulan, 2023   09:19
KOBANÊ

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê li ber navenda xwe ya li bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Hevserokê desteyê Fewaz El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku deste 24 saetan amade ye zeviyan biparêze heta ku dema çinînê bi dawî bibe.

Her wiha diyar kir ku 23 traktor, erebeyên agirkujiyê û tankarên avê amade kirine û got: "Lê ev têrê nakin, divê her kes baldar be û berpirsyariya parastina zeviyan bi cih bîne."

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê di 5’ê Nîsanê de maseyeke krîzê ya bo parastina zeviyên çandiniyê ava kiribû.

(bb)

ANHA