Ji ber barana zêde li Şehbayê lehî rabû

Piştî ku li Şehbayê baran zêde bariya, lehî rabû û av derbasî nav mal û kampên koçberan ên li kantona Şehbayê bû.

Ji ber barana zêde li Şehbayê lehî rabû
8 gulan, 2023   19:37
ŞEHBA

Li kantona Şehbayê baran zêde bariye. Di encamê de li navçeyên kantonê lehî rabû û av derbasî nav mal û kampên koçberên Efrînê; Berxwedan li navçeya Fafînê, Efrîn li navçeya Ehdasê, Serdem li gundê Til Susin.

Nûçegihanê me bi dîmen û wêne barana ku bariye û xesarên li navçeyên Ehdas û Fafînê hatine, kişand.

(şx)

ANHA