'Divê dewletên Ereban Sûriyeyê ji çavnebariyên hêzên derve biparêzin'

Lêkolînerên Ereb destnîşan kir ku divê dewletên erebî rola xwe di çareserkirina kirîza Sûriyeyê de bilîzin û wê ji çavnebariyên derve nexasim ên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Her wiha diyar kir ku domandina şer dê encamên xerab li ser astên siyasî, mirovî, aborî û ewlehî bînin.

'Divê dewletên Ereban Sûriyeyê ji çavnebariyên hêzên derve biparêzin'
9 gulan, 2023   01:20
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Komkara Erebî yekşemê (7'ê Gulanê) ragihand ku piştî zêdetirî 12 salan êdî Şam vegeriya komkarê.

Vegera Şamê li komkarê di encama danûstandinên dûrûdirêj ên Erebî û herêmî de pêk hat, ku dewletên Erebî li Cedde û Emanê ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî gelek civîn li dar xist. Ev civîn jî piştî lihevkirina Erebistana Siûdî û Îranê pêk hatin, nexasim ku doza Sûriyeyê yek ji astengiyên li pêşya diyaloga di navbera Riyad û Tehranê de bû.

Çavdêran destnîşan kir ku lihevkirina siûdî-îranî bandoreke erênî li vegera Şamê li Komkara Erebî kir. Her wiha dewletên Erebî jî nas kir ku siyaseta tecrîdê ya ku li dijî Şamê dihat meşandin encamên xerab ji wan re anîn û destkeftiyên Îranê li herêmê zêde kirin. Serdana serokê Îranê ya ji bo Sûriyeyê ku zêdetirî 15 peymanên aborî îmze kirin, wê yekê piştrast dike.

/kr/uploads/files/2023/05/08/200112_-.webp

Girêdayî vê mijarê, lêkolîner û nivîskarê siyasî yê sûriyeyî Usame Denûra got: "Lihevkirina siûdî-îranî bêguman roleke erênî di herêmê de lîst nexasim aramkirina atmosfera herêmê. Bi gelemperî em dikarin bêjin ku ev helwesta erebî ya Siûdiye, Îmarat û Misirê ya ji bo komîserhevkirina mala erebî, li cem serokên her sê welatan helwesteke kevnar e. Her wiha rola Cezayir û Iraqê jî gelekî erênî bû. Ev meyla erebî ne girêdayî têkiliyên sûidî-îranî ye."

Denûra îşaret bi helwesta mîr Mihemed Bin Selman kir û got: “Helwesta mîr, di veguhastina rewşa erebî de û sererastkirina têkiliyên nakok ên di navbera pergala fermî ya erebî de, roleke girîng lîst.”

Der barê armancên dewletên Erebî de di serî de Misr, Îmaratê û Erebistana Siûdî ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, Denûra got: "Bêguman hevgirtina dewletên Ereban tê wateya zêdebûna qada serxwebûna biryara erebî, asêkirina dewletên erebî li hember hewldanên zaîfxistina wan bi rêya afirandina nakokiyên bêdawî. Ev bi xwe re geşepêdaneke aborî ya demdirêj tîne û dê her dewletek xwedî helwesteke siyasî ya xurt be li hember aloziyên ku li pêşiya wê derdikevin."

Denûra wiha domand: "Hevgirtina Erebî dê roleke girîng di şerê Sûriyeyê yê li dijî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de bilîze, ku dê Tirkiyeyê neçar bike ku ji qonaxa daxuyaniyên erênî derbasî qonaxa kiryarên siyasî bibe ku yekser peyman û lihevkirinên berê pêk bîne. Her wiha dê hin dewletên Erebî jî roleke erênî di çareserkirina rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bilîzin. Bi vê yekê ew dê bihaneyên dagirkirinê yên Tirkiyeyê û destekdayîna komên çeteyan red bikin."

/kr/uploads/files/2023/05/08/200201_-.webp

Lêkolînerê siyasî yê ji Îmaratê Salim El Kutbî ji ajansa me re wiha axivî: "Divê em bizanin ku Sûriye beşeke sereke ya bedena netewa erebî ye, ji ber wê jî arambûn û ewlebûna wê ji bo herêmê bi giştî girîng e. Nearambûna wê, dihêle ku hêzên herêmî û navneteweyî destwerdanê bikin da ku bibe qada şer ku bandor li rewşa jeostratejîk a herêmê bi giştî dike. Berdewamkirina aloziyê li Sûriyeyê, pêvajoyeke binkeftî ye li ser astên siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê. Sûriye dewleteke girîng û hesas e û giş pê re eleqedar in. Ji ber wê her kes dixwaze aramî li vî welatî bi dest keve.”

Der barê rola lihevkirina siûdî-îranî de di vegera Sûriye li Komara Erebî de El Kutbî got: "Ez bawer nakim ku lihevkirina siûdî-îranî roleke sereke di vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî de lîstibe, lê belê faktoreke alîkar e."

(mh/şx(