​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e

Ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, xizmetên tenduristiyê pir bi paş ketine û rewşa jiyanî gelekî xirab bûye.

​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
​​​​​​​Rewşa mirovî û tenduristî ji ber dorpêçê trajîk e
9 gulan, 2023   00:30
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Di encama dorpêçê de pêdiviyên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Şehdî Xalid Fecir ku nexweşxaneya yekane ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ye, derman kêm in û heke bên peydakirin jî pir biha ne.

Li nexweşxaneyê li gorî derfetên heyî, nexweş bi heqdestên erzan li gorî rewşa jiyanî tên dermankirin, dermanên li dermanxaneya nexweşxaneyê jî bê pere tên dayîn, her wiha emeliyat bi nîvê lêçûna wan tên çêkirin.

Li nexweşxaneyê beşên emeliyat, çavdêrî, MR, zarok û klînîk hene.

Ev beş bi jeneratorên kehrebeyê tên xebitandin û di pêvajoya heyî de bi rêya depoyên sotemeniyê yê yedek kar dikin.

Nexweşxên li nexweşxaneyê gazincan ji ber nebûna dermanan dikin.

/kr/uploads/files/2023/05/08/191434_-.webp

Mihemed Elî Îbrahîm (55) ku nexweşiya şekir pê re heye û emeliyata dil bûye, li hember dorpêçê nerazîbûn nîşan da û got: “Ji ber doprpêça li ser me, em dermanên pêwîst peyda nakin. Dorpêçê em bê çare hiştine. Dorpêç ne tenê li ser dermanan e, lê belê mazot û gelek pêdiviyên din jî tune ne, em bûne qurbaniyên siyasetên hikumeta Şamê.”

Îbrahîm bi van gotinan banga bidawîkirina dorpêçê kir: “Divê vê dorpêçê ji ser me rakin, li hember êşa me bi erkên xwe rabin, rewşa me pir xirab e.”

/kr/uploads/files/2023/05/08/191353_-.webp

Zeyneb Keleş jî bi nexweşiya iltîhaba guhan e û dibêje: “Bijîşk gelek derman ji min re nivîsandin, ez li hemû dermanxaneyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriyam lê min heta niha peyda nekirine. Yên heyî jî pir biha ne.”

“Em vê dorpêçê qebûl nakin, gunehê me çi ye ku rojane ev trajedî tê serê me? Em dixwazin ev dorpêç bi dawî bibe, em dermanan bistînin û baş bibin.” Bi van gotinan Zeyneb bertek nîşanî dorpêçê da.

‘DORPÊÇ KARÊ NEXWEŞXANEYÊ ASTENG DIKE’

/kr/uploads/files/2023/05/08/191335_-.webp

Xedîce Hesen ku li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir hemşîretiyê dike, dibêje: “Ji ber dorpêçê gelek alozî derdikevin. Karê me asteng dibe. Tiştê herî sereke li nexweşxaneyan derman in, ew jî li cem me tune ne. Sotemenî jî kêm e.”

Xedîceyê got li hin beşên nexweşxaneyê derman tune ne û wiha dewam kir: “Nexweşên ku emeliyat dibin, pêwîstiya wan bi dermanan heye. Lê derman tune ne. Heke rewş bi vî rengî dewam bike, em ê neçar bimînin ku van beşên nexweşxaneyê bigirin.”

Xedîceyê wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê rêxistin çareyekê ji vê dorpêça berdewam re bibînin û vê êşê bi dawî bikin, da ku karê nexweşxaneyê wekî berê vegere.”

DERMANXANEYÊN JI BO HIKUMETA ŞAMÊ NAXEBITIN DERMAN JI WAN RE NÎN E

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 54 dermanxane hene, ji wan 12 dermanxane ji aliyê Gerînendetiya Tenduristiyê û Çavdêriya Dermanan a hikumeta Şamê ve ruxsetkirî ne, yên mayî jî ruxsetên xwe ji Odeya Dermanfiroşan û Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtine.

Li gorî Odeya Dermanfiroşan, derbaskirina dermanan ji bo dermanxaneyên her du taxan zêdetirî 6 meh e bi temamî hatiye rawestandin. Hincet ew e ku ev dermanxane ji derveyî herêmên serweriya hikumeta Şamê ne.

Endamekî Rêveberiya Odeya Dermanfiroşan ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, diyar kir ku Gerînendetiya Tenduristiyê û Çavdêriya Dermanan nahêle depo dermanan bidin dermanxaneyên li her du taxana û "biryararên rayedaran" wek hincet nîşan didin.

BIRYAREKE SIYASÎ YE

Heman kesî bal kişand ser zehmetiya derbaskirina dermanan û bihayê wan ê bilind û got: “Heke erebeyeke dermanan bikeve herêmê, pêwîst e milyonek lîreyên Sûriyeyê bide bendên kontrolê yên hikumeta Şamê. Ji ber vê, dermanfiroş jî neçar dibe dermanan duqat bibe, ji ber lêçûna wê zêdetir bûye. Derbasnekirina dermanan ji bo her du taxan biryareke siyasî ye, bendên kontrolê jî ji bo qezenckirina pereyan bi kar tînin.”

Heman kesî got şîrê zarokan jî li tu dermanxaneyên li her du taxan nayê peydakirin.

(c)

ANHA