Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
5 gulan, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 2 sal zêdetir e tu agahî jê nayên wergirtin.

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim ê bi navê Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş a bi navê Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 2'yê Gulana 2021'an de daxuyaniyek dabû û gotibû: "Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Tevî hemû serlêdan û hewldanên parêzer û malbata wan jî, em ji şert û mercên jiyanê û tenduristiya Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên me yên li Îmraliyê agahî wernagirin. Ev rewş me û hemû civakê nerehet dike.”