​​​​​​​Di medyaya Ereban de vegera Şamê ya li Komkara Erebî bû rojev

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa vegera Şamê li Komkara Erebî, krîza Sûdanê û şerê li Ukraynayê kir.

​​​​​​​Di medyaya Ereban de vegera Şamê ya li Komkara Erebî bû rojev
5 gulan, 2023   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Qudis El Erebî li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî got dê Sûriye di demeke nêz de li Komkara Erebî vegere. Lê gelek astengî li pêşberî wê ne.

Komkara Erebî endamtiya Sûriyeyê bi sedema hemleya çewisandina tund ku serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed di 2011′an de li dijî serhildanê pêk aniye, taloq kir.

El Sefedî ji CNN’ê re diyar kir ku vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî wê pêk were. Dê ev yek ji aliyê sembolîk ve girîng be. Lê ev yek destpêkeke dilnizm ji bo xebatê ye û li benda wê astengiyên piştî 12 salên ji şer heye.

Berdevkê Komkara Erebî duh daxuyand ku dê wezîrên Ereban roja yekşemê li Qahîreyê bicivin û rewşa Sûriyeyê di nava hewldanên herêmî yên normalîzekirina bi Esed re nîqaş bikin."

′EL BURHAN HEWL DIDE BERIYA DAN Û STANDINAN QEZENCÊN LEŞKERÎ BI DEST BIXE′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsî: "Artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfettah El Burhan, rumxî erêkirina li ser agirbestê, hewl dide qezencên leşkerî pêk bîne. Çavdêran got armanc ji vê yekê beriya dan û standinên muhtemel qezecekê pêk bîne, nexasim li gel zextên erebî û navneteweyî yên bidawîkirina şer.

Li Xertûmê, duh dengê şerekî gur hat bihîstin. Artêşa Sûdanê hewl da Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji derdora herêma qesra serokatiyê û navenda artêşê bi dûr bixe.

Agirbesta ku pêncşemê ketiye pratîkê hate binpêkirin. Li gorî şahidan, li nêzî qesra komarê derbeyên asîmanî û topbaranên zêde pêk hatin. Her wiha li Um Durmanê jî dengê topan hate bihîstin.

Tê zanîn artêş çeka asîmanî û yekane balafirên bêmirov li cem wê hene, kontrol dike. Ev jî destnîşan dike ku ew berpirsê derbeyên asîmanî ye."

′KREMLÎN: ÊRIŞA BI BALAFIRÊN BÊMIROV BI FERMANA AMERÎKAYÊ PÊK HAT′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Ukraynayê wiha nivîsand: "Rûsyayê duh Amerîka tawanbar kir ku wê ferman daye Ukraynayê ku bi 2 balafirên bêmirov êrişî avahiya Kremlînê ya li Moskovê bike. Lê pergala parastinê ya Rûsyayê ew êriş bê bandor kir û Kîevê jî tawana li dijî xwe derewand.

Koşka Spî bersiv da tawanên Moskovê û got têkiliya wê bi vê yekê re tune ye.

Ajansa Interfax a Rûsyayê li ser zimanê berdevkê Kremlînê Dmîrtî Peskov got hewldanên Kîevê û Washingtonê ji bo înkarkirina berpirsiyariya xwe li ser êriş kirêt in.

Peskov got biryarên van êrişan li Kîevê nayên dayîn, li Washingtonê ne.”

(fr)