Blinken: Em normalîzekirina bi Esed re red dikin

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken got welatê wî heta pêşketineke siyasî ya rasteqîn bi rêya NY′yê çenêbe, destekê nade normalîzekirina bi hikumeta Şamê re.

Blinken: Em normalîzekirina bi Esed re red dikin
5 gulan, 2023   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken da zanîn ku DYA destekê dide biryara Neteweyên Yelbûyî (NY) ya 2254′an, ji ber ku çareya yekane ya bidawîkirina şerê li Sûriyeyê ye.

Blinken bi rêya telefonê ji hempîşeyê xwe yê Urdinê Eymen El Sefedî re got Washington normalîzekirina bi rejîma Beşar Esed re red dike.

Wezîrên karên derve yên Sûriye, Misir, Iraq, Siûdî û Urdinê li Emanê ji bo rêbazên normalîzekirina bi Sûriyeyê re di çarçoveya çareseriya siyasî de civiyan.

Blinken destnîşan kir ku DYA normalîzekirina bi rejîma Esed re heta pêşketineke siyasî ya rasteqîn bi rêya NY′yê çênebe, red dike.

(fr)