Ji Cizîra Binxetê banga piştgiriya Partiya Çepên Kesek

Welatiyên li herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk nîşan dan û bang li xizmên xwe yên li Bakûr kirin ku dengê xwe bidin vê partiyê.

Ji Cizîra Binxetê banga piştgiriya Partiya Çepên Kesek
5 gulan, 2023   02:07
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Welatiyên li herêma Cizîrê têkildarî hilbijartinên 14`ê Gulanê (2023) yên serokomarî û parlementoyê ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bên pêkanîn, nêrînên xwe anîn ziman û bang li xizmên xwe yên Bakûr kirin.

Jina bi navê Mûna Îbrahîm diyar kir ku encameke baş a hilbijartinê wê derfetek din vebike ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabibe û bang li xizmên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê kir ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 

Xana Hisên destnîşan kir ku ew dayikên aştî û biratiyê ne, her dem piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê dikin û li hemberî hêzên desthildar jî serî natewînin. Xana Hisên diyar kir ku ewê şopdarên doza xwe bin.

Ebdulselam Ebdo jî da zanîn ku tevahî cîhan dizane hikumeta AKP`ê bi serokatiya Erdogan `terorê` dike, di dîroka dewleta Tirk de mîna vê hikumeta xwînrêjî dijî gelê Kurd nehatiye dîtin, lewma divê hemû hemwelatiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vê rastiyê zanibin. Ebdo bang li xizmên xwe yên Bakûr kir ku Partiya Çepên Kesk hilbijêrin.

Şemsîxan Gulo jî bang li gelên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir ku xwedî li îrade û rêya bidestxistina mafê xwe derkevin, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

ANHA