Hevseroka MSD`ê: Beynameya Rêveberiya Xweser di vê demê de gavek rast e

Hevseroka MSD′ê Emîne Omer diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser a çareserkirina krîza Sûriyeyê di vê demê de gaveke rast e û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser wek erkeke asayî dikare modeleke çareseriya nîştimanî pêşkêş bike.

Hevseroka MSD`ê: Beynameya Rêveberiya Xweser di vê demê de gavek rast e
5 gulan, 2023   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê (2023) de beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê a ji 9 xalan pêşkêş kir. Di xaleke beyannameyê de tê gotin; “Divê çareyeke demokratîk ku tê de hemû beşên civakê beşdar bin û mafên wan ên rewa werin misogerkirin, pergaleke rêveberî ya siyasî ya demokratîk û pirrengî ya nenavendî pêk were.”

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Emîne Omer got: "Piştî 12 salan ji êşên gelê Sûriyeyê û astengkirina proseya siyasî, li gel guhertinên herêmî û navneteweyî her beyannameyeke di vê demê heyî de derkeve, dibe ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê sûdek mezin bide.”

Emîne anî ziman ku pêşkêşkirina beyannameya çareseriyê di vê demê de gaveke rast e û wiha dom kir: “Pêşwazîkirina beynnameyê erênî yan neyînî be, eşkerekirina wê di vê demê de gavek rast e. ji erkên asayî yên Rêveberiya Xweser e ku modekeke çareseriya nîştimanî pêşkêş bike.”

Têkildarî nêrîna wan li hember beyannameya Rêveberiya Xweser, Emîne got: "Ev beyanname xwe dispêre pransîbên MSD`ê û nêrîna wê ya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê re mîna; yekitiya xaka Sûriyeyê, belavkirina dewlemendiyên aborî bi awayekî adil li ser gelê Sûriyeyê."

Emîne bal kişand ser daxuyaniya dawî ya Rêveberiya Xweser a di 30′yê Nîsanê ya têkildarî pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî û got: “Mijara penaberan pir girîng e. Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve zêdetirî milyonek koçber li ser xaka xwe pêşwaz kirin û deriyên wê ji bo pêşwazkirina penaber û koçberên Sûriyeyî vekirî ne. Ev jî daxuyaniya Rêveberiya Xwerser a têkildarî pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê yên ku bûne pirsgirkêke mezin, piştrast dike. "

Emîne di dewama axaftina xwe de bal kişand ku Rêveberiya Xweser di şerê li dijî terorê de şirîkê bingehîn e û wiha dom kir: “Di encama vê hevkariyê de, di ware tunekirina rêxistinên terorîst e serkeftin û destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Niha jî Rêveberiya Xweser bi rêya vê beyannameyê piştrast dike ku ew ê têkoşîna li dijî terorê dewam bike û ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbirê ku gefê li ciwanên sûriyeyî û yên li welatên cîran çêdike jî, amade ye ku hevkariyê bike.”

Hevseroka MSD′ê Emîne Omer got ku dê MSD′ê xebatên xwe yên bi hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re dewam bike û ji bo yekkirina nêrînan, bidawîkirina êşa gelê Sûriyeyê, pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê û avakirina Sûriyeya siberojê, hewldanên mezin bide.

(fr/c)

ANHA