Temaya Mîhrîcana Osman Sebrî ya îsal Melayê Cizîrî ye

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê îsal di 1`ê Mijdarê de li dar dikeve. Narîman Evdikê got wan îsal temaya mîhrîcanê wek ‘Melayê Cizîrî’ diyar kiriye û di pêşbirkê de tenê helbest dê bên qebûlkirin.

Temaya Mîhrîcana Osman Sebrî ya îsal Melayê Cizîrî ye
5 gulan, 2023   03:21
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê dikin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê şert û mercên beşdarbûna pêşbirka mîhrîcanê ragihandin.

Mîhrîcan li ser asta Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Pêşbirka mîhrîcanê tenê li ser helbestan e, her beşdarek dikare bi berhemekê beşdar bibe, temenê beşdaran divê ne kêmî 18`an be û berhem bi zimanên kurdî, erebî û suryanî bin. Her wiha divê berhem li tu deran nehatibin weşandin.

Beşdar dikarin berhemên xwe bişînin ser emaîla  [email protected] û numareya Whatsappê jî (00963) 937465219 e.

Heta 1`ê Îlona 2023’yan dê berhem bên qebûlkirin.

Her sal Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê di 11`ê Cotmehê de tê lidarxistin, lê îsal dê di 1`ê Mijdarê de were lidarxistin.

Têkildarî mijarê berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê da zanîn ku wan ji ber rasthatina salvegera dagirkirina Serêkaniyê (9`ê Cotmehê) û salvegera şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya berê Hevrîn Xelef (12`ê Cotmehê), dema lidarxistina mîhrîcan hatiye bipaşxistin.

Temaya pêşbirka 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ‘Helbestvan û Nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî’ ye.

Narîman Evdikê got li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hin alî li ser Melayê Cizîrî bi rapor û lêkolînên nerast derdixin û hewldanên dûrxistina wî ji kurdbûnê hene, ji lew re wan sala 2023`yan li Rojavayê Kurdistanê kir sala Melayê Cizîrî.

Melayê Cizîrî ji navçeya Cizîra Botan a Şirnexê ye û di navbera salên 1570-1640 de jiyaye.

BERHEMÊN XELATGIRTÎ

Beşdarên ku berhemên ku dê di pêşbirkê de serkeftî bin, dê şahiyên îmzekirinê jê re bên lidarxistin, berhemên wan jî dê li ser navê `Weşanên Mîhrîcana Osman Sebrî` bên çapkirin û belavkirin. Ev gav ji bo avakirina pirtûkxaneyek bi navê Osman Sebrî ye.

Narîman Evdikê destnîşan kir ku îsal dayîna xelatan li ser 3 astan e; helbestvanê/a yekemîn diyariyeke darayî tevî hejmareke pirtûkan, diyariyên astên duyemîn û sêyemîn jî pirtûk in û wiha got: “Nirxandin li gorî asta berheman e, dibe ku pêşbirk bê rakirin jî heke berhem ne di asta baş de bin.”

Narîman da zanîn ku 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê dê li Qamişlo li dar bikeve lê wan hîna bernameya mîhrîcanê diyar nekiriye.

ANHA