Şêniyên Qamişlo 128 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi merasîmekê 128 şehîdên meha Nîsan û Gulanê ku li cih û demên cuda şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo, bi bîr anîn.

Şêniyên Qamişlo 128 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo 128 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo 128 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo 128 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo 128 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo 128 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
4 gulan, 2023   16:43
QAMIŞLO 

Di merasîma bîranîna 128 Şehîdan de şêniyên bajêr, malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star hazir bûn.

Di merasîmê de Rêverêriya Meclisa Bajarê Qamişlo Seîd Hesen Şerîf axivî û şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê û fedekariyên wan bi bîr anîn ku di oxira rûmeta gelê herêmê de dane.

Seîd diyar kir ku şehîdên azadiyê ne tenê yên parçekê ne lê belê yên Kurdistanê ne û pêşengên serdemê ne û wiha domand: “Di heman demê de jî  afirînerên xeta pêşeng a tevgera PKK’ê û  nirxê ku di pêkanîna xeta berxwedanê ya PKK’ê de di asta herî jor de  şoreşgerî  kirine û gihiştine şahdetê.”

Seîd Hesen Şerîf di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Her şehîdek stêrkek ezmana ye. Em ji wan hêz û bawerî digirin û soz didin ku heta em sozên şehîdên xwe pêk neynin, em ê nasekinin."

Di dawiya merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ayda Xelîl wesîqeyên şehadetê yên 128 şehid şehîdan xwend.

(he/şx)

ANHA