​​​​​​​Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîd Xemlîn û şehîd Bozan oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê cenazeyên endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xemlîn Kobanê û şervanê QSD'ê Bozan Mehmûd li goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîd Xemlîn û şehîd Bozan oxir kirin
4 gulan, 2023   16:34
KOBANÊ

Şehîd Emîra Şahîn (Xemlîn Kobanê) û şehîd Bozan Mehmûd di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûne. Di merasîmê de bi hezaran şêniyên Herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî yên herêmê û rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî soz da şehîdan ku rêya wan bişopîne û armancên wan pêk bîne.

Piştre, endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîcle Doxan destnîşan kir ku şehîd Xemlîn têkoşereke şoreşgerî bû û wê fikrê Rêber Abdullah Ocalan heta ku gihîşt asta şehadetê şopand.

Dîcle Doxan got: "Şehîd Xemlîn di her bihosteke xaka Rojava de şer kiriye, ji ber wê jî em soz didin ku rêya wê û ya hemû şehîdên azadiyê bişopînin."

Her wiha, hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî em gihîştine vê astê û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre, birayê şehîd Xemlîn, Celal Şahîn bi navê malbatên herdu şehîdan soz da ku rêya şehîdên xwe bişopînin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêmê ve hatin xwendin û cenazeyên şehîdan hatin veşartin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku cenazeyên şehîdan nîvro gihîştin Kobanê û ew ji aliyê girseya gel ve hatin pêşwazîkirin.

(mh/şx)

ANHA