​​​​​​​Hiqûqnas El Îbrahîm: CPT beşeka Komploya Navneteweyî ye

Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm diyar kir ku CPT beşeke Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, ji ber ku der barê doza wî de tu gav neavêtine.

​​​​​​​Hiqûqnas El Îbrahîm: CPT beşeka Komploya Navneteweyî ye
4 gulan, 2023   23:38
TEBQA- SELAM KÊRWAN

Desthilata dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Li hemberî vê tecrîdê ku li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye, rêxistinên hiqûqî û mirovî bê deng in.

Der barê mijarê de, hiqûqnas Şadî El Îbrahîm got: "Piştî serdana dawîn a Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ji girtîgeha Îmraliyê re tu daxuyanî û agahî der barê rewşa girtîgehê de nehatin parvekirin. Ev yek dide nîşandan ku rewşa li girtîgehê cidî û xeternak e. Ji ber vê yekê wekî gelê ku projeya neteweya demokratîk û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, ev rewş ji bo me fikaran çêdike."

Şadî El Îbrahîm destnîşan kir ku daxuyaniyên CPTʹyê yên têkildarî girtîgeha Îmraliyê nakok in û wiha domand: "CPTʹyê der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de berpirsyariyên xwe bi cih nayîne. Gelê Kurd û hêzên demokrat ji karê vê saziyê ku îdiaya parastina mafên girtiyan dike, bi şik in. CPT bi rêbazên qanûnî û exlaqî nêzî girtîgeha Îmraliyê nabe."

Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm destnîşan kir ku CPT li gorî siyaset û berjewendiyên hêzên serdest û desthilata Erdogan kar dike û erkên xwe der barê Rêber Abdullah Ocalan de bi cih nayne.

El Îbrahîm diyar kir ku CPT beşeke Komploya Navneteweyî ye û ji bo razîkirina hêzên serdest qanûn û pîvanên xwe binpê dike û got: "Di qanun û peymanên navneteweyî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tiştek bi navê girtina navneteweyî tune ye. CPT saziyeke ku ji şopandina rewşa li girtîgehên Tirkiyeyê berpirsyar e."

Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê bi hemû enerjiya xwe kar bikin. Wek parêzer em ê têkoşîneke qanûnî pêk bînin, ji ber ku CPTʹyê heta niha tu gavên cidî der barê vê mijarê de neavêtine."

(bb)

ANHA