2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û şervanekî QSD′ê şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 endamên wan û şervanekî QSD′ê di qezayekê de şehîd bûne.

2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û şervanekî QSD′ê şehîd bûn
4 gulan, 2023   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi daxuyaniyekê şehadeta 2 endamên xwe û şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "3 hevrêyên me di qezayeke trafîkê de şehîd bûn; hevrê Xemlîn Sahî, hevrê Melîke El Ayid û hevrê Bozan. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin.

Şehîd Xemlîn Kobanê ji malbateke Kurd a welatparêz a ji Kobanê ye. Di oxira azadiyê de beşdarî têkoşînê bû. Li dijî tevahî şêweyên teror û dagirkeriyê fermandareke leheng, têkoşer û pêşengê gelê xwe bû. Di şerê li dijî rêxistina DAIŞ′ê ya li Kobanê de wek fermandar beşdar bû û gelek caran birîndar bû. Lê lehengî û vîna wê zêde bû û rola wê di birêxistinkirin û rêvebirina xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xurt bû.

Hevrê Melîke El Ayid ji pêkhateya Ereb a Hesekê ye. Di 2018′an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Ruxmî astengiyên li pêşberî wê, wek jin, bi çalak xebata xwe dikir û bû nimûneyeke fermandariyê û gelek xebatên pêşxistina saziya xwe pêk anîn.

Di qezaya trafîkê de şervanê QSD′ê Bozan Mehmûd jî şehîd bû.

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin soza xwe bi hevrêyên xwe re nû dikin û em ê bîranîna wan zindî bikin û kedên wan ên pêkanîna ewlehî, aştî û bidestxistina azadiyê biparêzin."

(fr)