Kongra Star piştgirî da Partiya Çepên Kesk

Kongra Star a Helebê piştgirî da  Partiya Çepên Kesk û jinên ku ji bo têkbirina AKP û MHP'ê tê dikoşin û destnîşan kir ku ev sedsal sedsala azadiya jinan e.

Kongra Star piştgirî da Partiya Çepên Kesk
4 gulan, 2023   14:53
HELEB

Kongra Star a Helebê bi daxuyaniyekê piştgirî da Partiya Çepên Kesk û jinên ku ji bo rûniştandina demokrasiyê tê dikoşin.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo ve, bi beşdariya bi dehan endamên nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl hat xwendin. Daxuyanî û li qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em piştgiriyê didin jinên ku ji bo rûniştandina demokrasiyê têdikoşin û di hilbijartinan de bûne namzet. Bi saya wan dê dîrokeke nû ya pêşxistina civakê li ser bingehên demokratîk bê nivîsîn.

Rejîma zordest a AKP û MHP'ê ya ji 21 salan de Tirkiye ber bi aloziyên siyasî, aborî û civakî ve bir û di encamê de bandor li dewletên derdorê jî kir nexasim bi rêya destekdayîna terorê..

Sedsala 21'em sedsala azadiya jinan e."

(mh/şx)

ANHA