Şehîd Melka El Ayid li Hesekê hat oxirkirin

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Melka Nasir El Ayid bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin.

Şehîd Melka El Ayid li Hesekê hat oxirkirin
4 gulan, 2023   12:18
HESEKÊ

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mekla El Ayid duh di encama qezeyekê de li ser rêya gundê Xurafî ya Heseke-Dêrazorê de şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên Hesekê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê şehîd Melka El Ayid bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spart axê.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Birakê Şûcai El Hesir axivî, bal kişand ser nirxên şehîdan û fedakariyên ku ji bo gelan dane û got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in, bi saya wan ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye."

Ji fermandarên QSDʹyê yên herêma Cizîrê Ehmed Deran bal kişand ser rola QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina herêmê de, her wiha îşaret bi rola pêşang a jinan di şoreşê de kir û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên azad roleke pêşeng di şoreşê de dilîzin."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Dilêr Temo jî qala têkoşîna şehîd Melka El Ayid kir û got: "Şehîd Melka ji bo azadiya jinan tê koşiya."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wê kir.

Cenazeyê şehîd Melka El Ayid bi dirûşman li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.

(bb)

ANHA