​​​​​​​Gerînendetiya Avê ya Hesekê: Hin alî mijara avê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin

Gerînendetiya Avê ya Hesekê diyar kir ku hin alî pirsgirêka qutbûna ava stasyona Elok polîtîze dikin û didin nîşandan ku ew ji bo çareserkirina vê pirsgirkê di nava hewldanan de ne.

​​​​​​​Gerînendetiya Avê ya Hesekê: Hin alî mijara avê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin
4 gulan, 2023   11:35
HESEKÊ

Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê têkildarî îdiayên ku dibêjin aliyên derveyî saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin pirsgirêka qutbûna ava stasyona Elok çareser bikin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber navenda gerînendetiyê ya li Hesekê hat dayîn û ji aliyê hevserokê gerînendetiyê Îsa Yûnis ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rewşa stasyona avê ya Elok a ku avê dide kantona Hesekê, hat kirin û hat gotin: "Bi nêzîkbûna havînî re, metirsiyên qutkirina avê li ser bajarê Hesekê, Til Temir û gundewarên wê zêde dibin, ji ber ku şêniyên kantonê xwe dispêrin jêdera yekane anku stasyona Elok a ku ev 4 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Ev 4 sal e dewleta Tirk a dagirker stasyonê di şerê xwe yê qirêjî yê li dijî şêniyên her du bajaran de bi kar tîne."

Di daxuyaniyê de behsa êş û azarên gelê kantona Hesekê yên ji ber qutkirina avê û hewldanên Rêveberiya Xweser ên peydakirina avê hat kirin û hate gotin: “Ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes vê êşê hîs nake. Rêveberiya Xweser kedê dide da ku avê bigihîne şêniyan, gihaşt asta ku berdêla hewcedariya me ya mezin bi kehrebeyê bide stasyonê da ku hinek avê bigihîne welatiyên xwe.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo ku stasyon di xizmetê de bimîne têkilî di navbera Rêveberiya Xweser û UNICEF’ê de hene. Aliyên ku em bi wan re kar dikin bi nermî nêzîk dibin, tu kes alîkariya me nake. Hinek hene bi rêya medyayê hewl didin gel bixapînin û bêjin ku ew di vê mijarê de di nava hewldanan de ne. Ev yek ne rast e. Îstîsmarkirina êş û azaran sûcekî mezin e ku ji aliyê dagirkerên hov ve tê kirin. Kesên ku xapandinê dikin û berevajî gotinên xwe tev digerin, hevkarên vî sûcê domdar ê li dijî gelê me ne."

Her wiha hate gotin: "Aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê xwedî maf e ku vê pirsgirêkê nîqaş bike û hewldanên pêwîst bike ku bikeve xizmeta şêniyên herêmê. Axaftinên ku dibêjin alî û saziyên derveyî Rêveberiya Xweser li ser vê mijarê kar dikin, berevajîkirina rastiyan e û pirsgirêka avê ji bo armancên xwe polîtîze û îstîsmar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel gerînendetiyê belge hene ku rol û çavdêriya rasterast a saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya pêşkêşkirina enerjî û avê îsbat dikin.

(bb)

ANHA