Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên li Tirkiyeyê de, meşeke girseyî li dar xist û bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkieyyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk
Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk
Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk
Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk
Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk
Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk
Ji Kobanê peyama piştgiriyê bo Partiya Çepên Kesk
4 gulan, 2023   11:23
KOBANÊ

Meş bi dirûşma “Li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengê xwe bidin namzetên jin” hat lidarxistin û bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên herêma Firatê beşdar bûn.

Di meşê de ku ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir, alên Partiya Çepên Kesk hatin bilindkirin.

Meş li Çarxerêya Aştiyê veguherî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Sara Xelîl axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê yên li Bakur û Tirkiyeyê. Sara got: “Dê hilbijartinên 14`ê Gulanê ji bo têkbirina rejîma zordest a li Tirkiyeyê derfetek be.”

Sara bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha dom kir.

Sara destnîşan kir ku derfet hatiye ku dîrokek nû ji herêma Rojhilata Navîn re bê nivîsandin û baweriya wan heye ku dê gelê Bakurê Kurdistanê bi dengê xwe zordestiyê tune bikin.

Mîtîng bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

(c)

ANHA