Şêniyên Konanê sersaxî da malbata şehîd Ferhad Mistefa

Şêniyên Kobanê sersaxî da ku malbata endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê Ferhad Mistefa û got ew ê rêça şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heta serkeftinê bişopînin.

Şêniyên Konanê sersaxî da malbata şehîd Ferhad Mistefa
4 gulan, 2023   11:38
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ferhad Mistefa ku li Taxa Şehîd Serhed a li Kobanê û sersaxî da malbata şehîd.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê Ferhad Mistefa dema li ser erka xwe ya şoreşgerî ya li herêma Kobanê bû, şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û got ew heta serkeftinê şopdarê xeta şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in.

Îto wiha domand: "Xaka li ser şehîd hatin dayîn, paqij û pîroz e û dagirker nikarin dagir bikin û em ê heta dawiyê parastina wê bikin."

Îto di dawiyê de got: "Ji bo pêkanîna armancên şehîdan divê em têkoşînê bilind bikin û soza xwe nû bikin. Şehîd di oxira ku em bi rûmet bijîn de şehîd bûn. Em ê parastina destkeftiyên wan li hember dewleta Tirk a dagirker bikin."

Merasîm tevî dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA