​​​​​​​Rewşa Şehbayê piştî 9 mehan ji dorpêçê çawa ye?

Piştî 9 mehan ji dorpêça hikumeta Şamê ya li ser şêniyên kantona Şehbayê û koçberên Efrînê, êdî cilşoyên otomatîk ji bîr bûne, gaz bi kilo tê kirîn, temaşekirina telefizyonê û şopandina geşedanên li herêmê jî bûye hesrat. 

​​​​​​​Rewşa Şehbayê piştî 9 mehan ji dorpêçê çawa ye?
28 nîsan, 2023   03:33
QAMIŞLO

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 18'ê Adara 2018'an de şêniyên Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn. Lê azarên wan bi dawî nebûn, hikumeta Şamê jî dorpêçeke giran li xelkê kantona Şehbayê û koçberên Efrînê ferz kir. 

Di Tebaxa 2022'yan de hêzên hikumeta Şamê dorpêça li ser kantonê girantir kir û derbaskirina derman, sotemenî û xwarin qedexe kir, ku bi vê yekê hewl dide berxwedana koçberên efrînî têk bibe.

Dorpêça giran meha xwe ya 9'emîn temam kir ku di encamê de jî rewşa koçberên efrînî û şêniyên kantonê xerabtir bû.

Di van 9 mehan de hikumeta Şamê tenê ji sedî 20`ê pêdiviyên şêniyên kantonê yên mazotê derbas kirin. Di encamê de jî çûn û hatin û veguhastina di nav navçe û bajarokên kantonê de zehmettir bû.

Her wiha kêmbûna mazotê hişt ku rêveberiya kantonê berî 2 mehan saetên pêxistina jeneratorên kehrebeyê jî kêm bike ku berê rojane 19 heta 21 saet pê dixist û niha rojê tenê 2 saet kehrebe heye. Ji bo her malbatekê ampîrek yan du ampîr veqetandiye.

Di 27'ê vê Nîsanê de jî ji ber qutbûna mazotê rêveberî kehrebe bi temamî qut kir.

Di çarçoveya vê dorpêçê de û di sedsala 21'em de, şênî êdî nikarin cilşoyên otomatîk bi kar bînin û cilan bi destê xwe dişon.

Her wiha piraniya şêniyên kantonê jî nikarin li telefizyona temaşe bikin û geşedanên li herêmê rû didin bişopînin.

Li kantonê her lîtreyeke mazot bi 7 hezar heta 8 hezar lîreyên sûriyeyê tê frotin, lîtreya benzînê jî bi 11 hezar heta 13 hezar lîre ye, ji ber wê jî piraniya şêniyên kantonê zivistana borî bi şewitandina bermahiyan û plastîkê derbas kir.

Dorpêç bandor li hemû aliyên jiyanê yên welatiyên kantonê û koçberên Efrîn kiriye, şênî ji bo germkirina ava serşûştinê û pêjandina xwarinê, rêbazeke nû afirandin. Şênî ji bo wê babûr bi kar tînin. Ev babûr bi kaz tên pêxistin, lê ji ber ku kaz ji mazotê bihatir e, şêniyan seriyên babûran bi seriyên din guhertin ku ji bo bikaranîna mazotê guncew in.

Dema ku nirxê tûpa gazê di sûka reş de gihaştiye 150 hezar lîre, xelkê kantonê, koçberên Efrînê û şêniyên ji ber erdheja 6`ê Sibatê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li kantonê bi cih bûne, gazê bi kilo dikirin. Kîloya gazê 9 hezar lîre ye û tenê ji bo amadkirina çay û qehweyê bi kar tînin.

Li gorî hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Kantona Şehba û Efrînê Hesen Mistef, ji 9 mehan ve tenê 34 barhilgir ji wan 4 ên pêdiviyên tenduristiyê derbasî kantona Şehbayê bûne, barhilgirên din jî yên xwarin û alîkariyan bû ku piştî erdheja 6`ê Sibatê şêniyên Silêmaniyê ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo deverên zirardîtî şandibûn.

Mistefa ji ajansa me re destnîşan kir ku alîkariyên ku gihîştine Şehbayê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin dizîn, bi taybetî jî şîrê zarokan.

Mistefa hişyarî da ku ji ber dorpêça berdewam rewşa kantona gelek xirab e û di heman demê de diyar kir ku şênî li ber xwe didin.

(mh/şx)

ANHA