Çalakvanekî ji Siweydayê: Beyannameya Rêveberiya Xweser gelek girîng e

Parêzer û çalakvanê siyasî yê ji Siweydayê Adil El Hadî got beyannameya Rêveberiya Xweser mijarên gelek girîng di nav xwe de hewand ku dikarin li ser bixebitin û dem guncew e ji bo destpêkirina mîna van beyannameyan. Nexasim ku azarên sûriyeyiyan zêdetir dibin. Her wiha El Hadî destnîşan kir ku pêkanîna her cureyeke rêveberiya nenavendî ya berfireh mîna Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncew a bidawîkirina aloziya li welêt e.

Çalakvanekî ji Siweydayê: Beyannameya Rêveberiya Xweser gelek girîng e
28 nîsan, 2023   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo dîtina çaresriyeke aştiyane û demokratîk ku êşên gelê Sûriyeyê bi dawî dike, 18`ê Nîsanê beyannameyek ragihand.

Beyanname ji aliyê gelek hêz, partî, kesayetên sûriyeyî û erebî ve bi erênî hate nirxandin. Tenê aliyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve êriş beyannameyê kir û Rêveberiya Xweser bi tawanên nerast tawanbar kirin.

BEYANNAME DI WEXTA XWE DE HAT

Parêzer û çalakvanê siyasî yê ji Siweydayê Adil El Hadî der barê mijarê de wiha got: “Di beyannameyê de, mijarên gelek girîng hene ku dikarin li ser bixebitin. Heke em dibînin ku desthilata zordest bingeha pirsgirêka sûriyeyî ye, şoreşa gel bersiveke xwezayî li hember êşên ku kişandine bû, ruxmî ku ji aliyê hêzên tarî ve hat kontrolkirin, wê demê em dikarin bêjin ku beyannameya di wexta xwe de hat. Ji bo ku çareserî bê pêşkêşkirin û azarên sûriyeyiyan bi dawî bibin.”

DIVÊ ŞAM Û HÊZÊN NÎŞTIMANÎ YÊN SÛRIYEYÎ HELWESTEKE CIDÎ Û BERPIRSIYAR NÎŞAN BIDIN

Hemwextî ragihandina beyannameyê, normalîzekirina bi hikumeta Şamê re li ser du astan didome; erebî û tirkî. Lê di çend rojên dawîn de normalîzekirina erebî hinekî sar bûye. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker qebûl nekir ku ji axa Sûriyeyê vekişe.

Têkildarî rêbaza ku divê hikumeta Şamê bi beyannameyê re bide û bistîne, El Hadî got: “Pirsgirêka pergala zordest a li Sûriyeyê, ew e ku ji bo wê serdestiya nîştimanî û metirsiyên nêzîkbûna bi pergala dizan a li Tirkiyeyê, ne girîng in. Hikumeta Tirkiyeyê, dev ji dagirkirina Sûriyeyê bernade. Rejîma Şamê jî, tu şiyanên wê tune ye ku çareseriyekê li Tirkiyeyê ferz bike ku li gorî berjewendiya nîştimanî be. Tevî wê jî, avakirina eniyeke navxweyî ya Sûriyeyê ku bi rastî li dijî rejîma zordest e, tenê dikare danûstandinan li rejîmê ferz bike, ji bo ku pergaleke demokratîk a rastîn û ilmanî ava bibe û biryarên navneteweyî yên taybet pêk werin. Ev jî tiştek erênî ye.”

El Hadî wiha domand: “Di rastiyê de divê hikumeta Şamê li hember beyannameyê helwesteke cidî û berpirs nîşan bide. Lê Şam ji pozbilindiya xwe namîne, çareseriyên navxweyî jî asteng dike. Divê hêzên sûriyeyî vê beyannameyê bi awayekî cidî lêkolîn bikin, ger pêwîst bike jî guhertinan tê de çêbikin.”

RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERIYA HERÎ BAŞ A LI BER DESTAN E

Tevî tevger û civînên herêmî û navneteweyî, lê şeklî ne û beyî ku behsa cewhera aloziya Sûriyeyê bê kirin û çareserî jê re bê dayîn, bazar li ser axa Sûriyeyê tê kirin. Tenê Rêveberiya Xweser û hêzên nîştimanî yên li Siweydayê bi hurgulî behsa çareseiyan dikin û dibêjin ku navendîbûn, desthilata yekpartî û yeknetew, sedema aloziyê ne û beyî çareserkirina van her du pirsgirêkan, çareserî peyda nabe.

Piştî ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser, saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî ava kirin, xelkê wê xwe bi xwe, xwe bi rêve bir û şerê tevahî komên çeteyan kir, şêniyên Siweydayê jî rêbazeke mîna wan şopand ku hêzên leşkerî yên navnxweyî ava kirin, da ku xelkê parêzgehê biparêzin. Li rex wê jî, hêz, partî û rêxistinên civaka sivîl derketin pêş ku heta niha xwepêşandanên aştiyane li dar dixin. Ev jî hişt ku ewlehiyek li her du herêman peyda bibe ku li herêmên din ên Sûriyeyê tune ye.

El Hadî di dawiyê de got: “Pêkanîna her rêveberiyeke nenavendî û ya berfireh, mîna Rêveberiya Xweser, çareseriya herî guncew a veguhastina pêvajoya nû ye ku divê sûriyeyî bigihêjin wê, dewleteke demokratîk li ser bingeha hemwelatîbûnê, mafên mirovan û serdestiya qanûnê ava bikin.”

(şx)

ANHA