Li Qamişlo nexweşxaneya şewat, talasemiya û kanserê tê vekirin

Heyva Sor a Kurd hindek maye amadekariyên vekirina nexweşxaneya şewatê û talasemiya (Thalassemia) û kanserê ya bê pere bi dawî bike.

Li Qamişlo nexweşxaneya şewat, talasemiya û kanserê tê vekirin
28 nîsan, 2023   04:50
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Nexweşxane li taxa Enteriye li kêleka Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd e ku dê amûrên herî nûjen û baş tê de bên bicihkirin, wek beşa şewatê, stasyona navendî ya oksejînê û stasyona paqijkirina avê û beşên bijîşkî yên din.

/kr/uploads/files/2023/04/27/200045_-.webp

Endamê Heyva Sor a Kurd Ferhan Silêman destnîşan kir ku amadekarî ji 2 salan ve tên kirin û niha jî stasyona navendî ya oksejînê tê amadekirin, piştre jî ji bo 3 beşên din; talasemiya, kanser û şewat amûrên bijîşkî dê bên bicihkirin.

XIZMETAN PÊŞKÊŞÎ NEXWEŞÊN KANSERÊ DIKE

Silêman destnîşan kir ku beşa kanserê jî dê tenê dermanên pêwîst ji nexweşan re pêşkêş bike û testên pêwîst çêbike ji ber ku dermana kîmyawî niha li herêmê peyda nabin.

BEŞÊN ŞEWAT Û TALASEMIYAYÊ

Heyva Sor a Kurd hewl dide ku beşekê ji bo dermankirina şewatê li gorî pîvanên tenduristî yên cîhanê veke. Ev beş jî wek beşên din ên nexweşxaneyê dê bê pere be. Ji ber nebûna mîna van navendan li herêmê, birîndar neçar dimînin ku biçin Şam, Heleb û Başûrê Kurdistanê ji bo ku xwe derman bikin.

Her wiha ji bo nexweşiya talasemiyayê jî Silêman destnîşan kir ku li gor daneya Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 150 zarokên ku bi wê nexweşiyê ketine hene.

Silêman piştrast kir ku ji bilî beşa talasemiyayê beşa banka xwînê jî heye, ji ber ku ew beş hem ji bo zarokên nexweş hem jî ji bo herêmê bi giştî girîng e.

(mh/şx)

ANHA