Iraq: Rojane milyonek bermîl petrol bi qaçaxî tê derbaskirin

Lijneya Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê da zanîn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê rojane milyonek bermîl petrol bi qaçaxî derbas dike.

Iraq: Rojane milyonek bermîl petrol bi qaçaxî tê derbaskirin
26 nîsan, 2023   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Lijneya Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê Elî Şedad ji ajansa Rojnewsê re axivî û ragihand ku di rojekê de li Başûrê Kurdistanê bi qasî milyonek bermîl petrol bi qaçaxî tê şandin.

Elî Şedad diyar kir ku şîrketên Kurdan nirxê veguhastina petrolê li herêmê diyar dikin û tu şefafiyek di mijara firotin û berhemanîna petrola herêmê de nîn e.

Elî Şedad da zanîn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê rojane milyonek bermîl petrol bi qaçaxî dibe û wiha got: “Divê hikumeta Iraqê li peymanên petrolê yên herêmê binêre. Tu agahiyeke lijneyê li ser hilberandina petrola herêmê nîn e, her wiha şîrketa SOMO nizane çi qas petrol bi rêya wesayîtên barhilgir tê hinardekirin.”

Hêjayî gotinê ye Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê di 25’ê Adarê de biryar da ku êdî Başûrê Kurdistanê bêyî destûra hikumeta Iraqê petrolê hinardeyî Tirkiyeyê neke. Piştî biryarê jî hinardekirina petrola xam a Başûr ku rojane nêzî 450 hezar bermîl ji bo Tirkiyeyê diçû, hat sekinandin.