​​​​​​​Civîna çaralî: Daxuyanî ji hev cuda bûn

Hikumeta Şamê piştî civîna li Moskovê 2 daxuyaniyên cuda dan. Ev her du daxuyanî bi daxuyaniyên Rûsya, dewleta Tirk û Îranê re bi nakok bûn.

​​​​​​​Civîna çaralî: Daxuyanî ji hev cuda bûn
26 nîsan, 2023   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Duh wezîrê parastinê yê Rûsyayê, hempîşeyên xwe yên Îran, Sûriye û Tirkiyeyê pêşwaz kirin, da ku dan û standinên ji bo normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de pêk bînin.

Piştî civînê, her çar dewletan daxuyanî li ser naveroka civînê dan. Daxuyaniyên Rûsya, dewleta Tirk û Îranê jî dijberî ya hikumeta Şamê bûn.

Di daxuyaniya hikumeta Şamê de hate gotin li Moskovê civîna çaralî ya wezîrên parastinê yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê hate lidarxistin. Di civînê de mijara vekişîna hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê û pêkanîna lihevkirina taybet bi rêya M4 hate nîqaşkirin.

Rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyekî ragihand: “Tiştên di daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de hatine gotin, ne rast in ku behsa gavên şênber ên têkildarî normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê dike. Di civîna wezîrên parastinê yên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê de mekanîzmaya vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Lê behsa gavên normalîzekirina têkiliyên her du welatan nehat kirin.”

Heman çavkanî anî ziman ku normalîzekirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de tê wateya vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê û got bêyî vekişandinê têkilî normalîze nabin. Vekişandin pirsgirêka yekemîn e ku divê di dan û standinên normalîzekirinê de were çareserkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de hate gotin gavên têkildarî normalîzekirina di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin. Her wiha mijara vegera penaberên Sûriyeyê, têkoşîna li dijî hemû komên terorîst û tundraw ên li xaka Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî di daxuyaniyê de îşaret bi tu xwestekên vekişîna dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê nekir. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê behsa gavên normalîzekirinê û vegera penaberan bêyî tedbîrên vegerê kir.

Daxuyaniya Îranê jî ji ya Rûsya û Tirkiyeyê ne cuda bû. Wezîrê parastinê yê Îranê Mihemed Riza Aşîtanî got dan û standinên çaralî yên di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de ji bo aştî û ewlehiya herêmê bû.

Di Kanûna borî de jî bêyî beşdarbûna Îranê civîneke mîna vê li Moskovê hat lidarxistin. Ev civîna yekemîn ji piştî 2011ʹan bû. Di vê mehê de dîplomatên payebilind ên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê 2 rojan li Moskovê dan û standin pêk anîn.

Hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê hemwextî amadekariyên hilbijartinên serokatî û parlamentoyê yên Tirkiyeyê û paşketina aboriya Tirkiyeyê tên kirin.

(fr)

ANHA