​​​​​​​Di rojnameyên erebî de civîna çaralî ya li Moskovê mijara sereke ye

Rojnameyên erebî yên îro, behsa civîna çaralî ya li Moskovê ya di navbera wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye, hikumeta Şamê û Îranê de kir.

​​​​​​​Di rojnameyên erebî de civîna çaralî ya li Moskovê mijara sereke ye
26 nîsan, 2023   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DOSYAYÊN EWLEHÎ Û LEŞKERÎ LI SER MASEYA NORMALÎZEKIRINÊ YA SÛRIYE-TIRKIYEYÊ NEʹ

Rojnameya Şerq El Ewsat di hejmara xwe ya îro de wiha nivîsî: "Wezîrên parastinê yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê duh (sêşemê) şêwirên nû li Moskovê pêk anîn. Dosyayên ewlehî û pirsgirêkên hebûna leşkerî yên li nêzî herêmên sînorî yên bakurê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Encamên hevdîtinê ku li pêş deriyên girtî pêk hat, bûn destpêka serxistina gavên lidarxistina civînekê li ser asta wezîrên karên derve yên van dewletan. Çavkaniyekî dîplomatîk ê rûsî ji Şerq El Ewsat re diyar kir ku lihevkirin li ser dema civînê çêbû ku 2ʹyê Gulana bê were lidarxistin.

Wezareta Parastinê ya Tirk jî ragihand ku di civînê de rêbazên zêdekirina xebatên ji bo vegera sûriyayiyan hatin nîqaşkirin. Rojnameya El Watan a Sûriyeyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, da zanîn ku tiştên di daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de hatine gotin, ne rast in ku behsa gavên şênber ên têkildarî normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê dike. Di civîna wezîrên parastinê yên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê de mekanîzmaya vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Lê behsa gavên normalîzekirina têkiliyên her du welatan nehatin kirin. Heman çavakî anî ziman ku normalîzekirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de tê wateya vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê û got bêyî vekişandinê têkilî normalîze nabin. Vekişandin pirsgirêka yekemîn e ku divê di dan û standinên normalîzekirinê de were çareserkirin."

‘GAVA PÊŞÎN A NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ VEGERA KOÇBERAN E’

Rojnameya El Ereb jî wiha nivîsî: "Wezîrên parastinê û serokên îstîxbaratê yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê roja sêşemê dan û standin li Moskovê pêk anîn. Enqere û Moskovê dan û standin wek ʹavakarʹ nirxandin. Her wiha îşaret pê kirin ku di dan û standinan de mijara vegera koçberan hate nîqaşkirin.

Xuya ye ku gavên normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de bi awayekî bilez bi rê ve naçin, ji ber ku dosyaya penaberan ku bûye barek li ser Tirkiyeyê, her wiha serweriya wê ya li beşeke xaka Sûriyeyê, ne rojevên wan ên pêşîn e. Lê dewleta Tirk dibêje ew li şûna belavkirina penaberan di hundirê xaka xwe de ku gefan li hevsengiyên navxweyî dixe, ji bo bicihkirina wan kar dike.

Wezaretên parastinê yên Tirkiye û Rûsyayê di daxuyaniyên xwe de got wezîr û serokên îstîxbaratan di civînê de xurtkirina ewlehiya Sûriyeyê û normalîzekirina têkiliyên di navbera Enqere û Şamê de gotûbêj kirin."

Di her du daxuyaniyan de hate gotin her çar dewletan careke din teqezî li ser parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û girîngiya zêdekirina xebatên vegerandina bilez a penaberên sûriyeyî kir.

Şam xwe wek çareseriyekê ji krîza penaberan re di warê siyasî û exlaqî de dibîne, nemaze ku eşkere îtîraz li vegera van penaberan nekir, tevî ku ev veger pêwîstî bi hewayekî siyasî yê guncaw heye, lê ji bo Tirkiyeyê rewş bi temamî cuda ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo bidestxistina desteka derve nekarî karta penaberên Sûriyeyê îstismar bike û ev kaxez jî kir alava şantajê da ku li hemberî pêla penberiya sûriyeyiyan finanseyan ji Ewropayê bistîne.

Bi demê re ev kaxez êdî nema bi kêrî Erdogan tê. Sedema vê yekê rexneyên berfireh ên hundirîn e ku hejmareke mezin a penaberên Sûriyeyê hewandiye, bêyî ku guh bide bandora hebûna wan a li rewşa navxweyî ya Tirkan.

Çavdêr dibêjin, livandina mijara vegera penaberan armanca pêşîn a serokkomarê Tirk a beriya hilbijartinan e. Her wiha destnîşan dikin ku destpêkirina xebatên vegerandina heta li rengekî diyarker jî wê li gorî berjewendiyên Erdogan bin. Erdogan dixwaze dilê bi mîlyonan tirkên ku dê dengê xwe bidin rihet bike û bêje ku pirsgirêka penaberan li gorî lihevkirineke diyar di rêya çareseriyê de ye.

Çavdêr diyar dikin ku bêyî çareserkirina vê aloziyê tu gavên normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de nayê gavêtin, nemaze ku dibe ku ev gav bibe dergehê nîqaşkirina mijara vikişandina Tirk ji xaka Sûriyeyê û jihevxistina tevgerên siyasî û leşkerî yên girêdayî Erdogan. Her wiha çavdêr destnîşan kir ku Erdogan destpêkê nîqaşkirina mijara vekişandinê qebûl nake, sedema vê yekê li gorî wî bêyî çareserkirina aloziya penaberan vekişandin ne pêkan e.

ʹVEKIRINA RÊYA M4 GAVA PÊŞÎN A NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN ENQERE Û ŞAMÊ YE’

Rojnameya El Îxbar a Lubnanê wiha nivîsî " Cûdayê encamnameyên hevdîtinên berê yên Sûriye-Tirkiye nemaze yên di aliyê ʹşerê li dijî terorêʹ û yekitiya xaka Sûriyeyê de, encamên nû ji civîna leşkerî û ewlehî ya çaralî derneketin. Lê di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bi berfirehî mijara girêdayê rêya M4 (Heleb-Laziqiye) hat parvekirin. Hate gotin, mijara vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê û pêkanîna peymana taybet a bi rêya M4 hatin nîqaşkirin.

Pirsgirêka vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê xala bi nakok a di navbera Enqere û Şamê de ye. Tirkiye hebûna hêzên xwe bi ʹgefên terorîʹ ve girê dide û hewl dide vekişandina xwe bi gavên li ser erdê girê dide ku rê li ber hegemoniya Kurdan û pêkên nû yên koçberiyê bigire. Hikumeta Şamê wekî pirsgirêkeke navendî li vê mijarê dinêre û her çareseriyekê bi aliyê Tirk re bi vekişandina hêzên Tirk dibîne ku bêyî destûr derbasî Sûriyeyê bûye, an ku hebûna wê ne rewa ye."

(bb)