​​​​​​​Rojnamevanekî lubnanî: Beyanname faktoreke sereke ya ji nû ve xêzkirina mala navxweyî ye

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Mehmûd Feqîh got beyannameya Rêveberiya Xweser di berxwedana li hember dagirkeriyê de xaleke balkêş e, nexasim ku dewleta Tirk rê li pêşiya terorê vekir û piştgiriya wê kir.

​​​​​​​Rojnamevanekî lubnanî: Beyanname faktoreke sereke ya ji nû ve xêzkirina mala navxweyî ye
25 nîsan, 2023   00:50
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Gelek hikumetên erebî û rojavayî hewl didin têkiliyan bi hikumeta Şamê re vegerînin. Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê beyannameyek weşand. Gelek nivîskar û rojnamevan ev beyanname bi erênî nirxand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di beyannameya xwe de teqezî bi yekitiya Sûriyeyê, amadebûna wê ku bi hikumeta Şamê û aliyên din re dest bi diyalogê bike, kir.

Der barê mijarê de nivîskar û rojnamevanê lubnanî Mehmûd Feqîh got: “Vekirina deriyê nîqaşê ji bo ku beşên Sûriyeyê bibin yek û sûd ji tecrubeya biêş were girtin, xalên girîng ên beyannameyê ne.”

Feqîh wiha domand: “Li gorî zîhniyeta kî serkeftî ye û kî binkeftî ye, tu welat nayên avakirin. Jixwe di şerê wêranker de kesek bi ser nakeve. Di beyannameyê de teqezî bi rêgeza parvekirina adil a berhemên binerd hatiye kirin. Bi vê rêbazê welat ava dibin.”

Feqîh diyar kir ku divê sûd ji aliyên erênî yên rêveberiya bakurê Sûriyeyê bê girtin û li erdnîgariya Sûriyeyê pêk were. Divê bibe deriyek ji bo ku hemwelatîbûn, ne li gorî endamtiya welatiyan pêk were. Li şûna ku taybetmendiyên pêkhateyan tên paşguhkirin, divê rêz jê re bê girtin. Divê ev taybetmendî li pêşiya ji nû ve avakirina dewleteke sivîl a hevgirtî, nebin asteng.”

Di dawiyê de Mehmûd Feqîh got: “Di beyannameyê de xaleke balkêş heye; berxwedana dagirkeran nexasim ya dewleta Tirk a dagirker ku rê li pêşiya terorê vekir û piştgiriya wê kir. Beyanname, faktoreke girîng a ji nû ve rêzkirina mala navxweyî ye. Divê desthilata Sûriyeyê, helwesteke erênî li hember beyannameyên wisa erênî nîşan bide. Ew û hemû alî, bawer bikin ku çareseriyên serkeftî, ji hundir dest pê dikin beyî mudexeleyên derve.”

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sêşema borî, li gorî nêrîna siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk û hemwextî hewldanên çareserkirina aloziyê, beyannameyek ku ji 9 xalan pêk tê, ragihand. Ew ji vê hewldanê armanc dike ku çareseriyeke aştiyane û demokratîk peyda bike û êşên bi milyonan sûriyeyiyan bi dawî bike.

(şx)

ANHA