​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-4-2023
24 nîsan, 2023   23:00

- Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker alîkariya çeteyên DAIŞ′ê yên ji hêla QSD′ê ve dorpêçkirî ne, bike ‎Amerîka û Rûsya jê re erê kir û cara yekemîn bi hewayî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Vê ‎êrişê li pêş dewleta Tirk derî vekirin ku herêmên ji Rojava dagir bike.‎ (BI WÊNE)

- Akademîsyen û hunermenên Ermen destnîşan kir ku dîroka Osmaniyan tijî qirkirin e û dewleta ‎Tirk îro wê dîrokê temam dike. Her wiha diyar kir ku ji bo ku li hember wê bisekinin û aştî pêk ‎were, yekitiya gelan çareseriya yekane ye.‎ ‎(BI WÊNE)‎

- Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Mehmûd Feqîh got beyannameya Rêveberiya Xweser di ‎berxwedana li hember dagirkeriyê de xaleke balkêş e, nexasim ku dewleta Tirk rê li pêşiya ‎terorê vekir û piştgiriya wê kir. ‎ ‎(BI WÊNE)‎

- Li Sûdanê ji destpêka nakokiya çekdarî di navbera fermandarê Artêşa Sûdanê û serokê meclisa ‎serdestiyê Ebdulfetah El Burhan û cîgirê wî ku fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn e Mihemed ‎Hemdan Deloq (Hemdîtî) de geşedanên bi lez rû didin. ‎‎(BI WÊNE)‎

- Malbatê behreya wî keşf kir û bapîrê wî ew teşwîq kir. Zarokê bi navê Şêrzad Reşîd xwedî ‎dengekî zîz e. Stranên zarokan dibêje. Li gel perwerdeya xwe ya dibistanê perwerdeya muzîkê ‎jî dibîne da ku behreya xwe bi pêş bixe.‎ ‎‎(BI WÊNE)‎

-Pêkhateya ermenî ya li Hesekê komkujiya li dijî Ermen li hola Serdem saet 10:00′an bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Ciwanên Kurd bi sernavê "Nasnameya ciwanên Kurd" li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a Hesekê panelekê dide. Saet di 10:00′an de. (BI WÊNE)

-Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi beşdariya hemû sazî û partiyên xwe, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê berê xwe saet di 11:00′an de berê xwe dide çiyayê Qereçoxê. Da ku roja şehîdan de şehîdên Qereçocê bi bîr bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi boneya Cejna Şehîdan li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li beşa rojavayê Şêxmeqsûdê daxuyaniyê dide. Saet di 12:00′an de. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê şehîdên mehên Adar û Nîsanê li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye bi bîr tîne. Saet di 18:00′an de. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

ANHA